Li Stenbolê piştî şahiya Newrozê 200 kes hatin destgîkirin

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tev li wê bûn, polîsan êriş girseyê kir. Zarokekî astengdar û parêzer jî di nav de nêzî 200 kes hatin destgîrkirin.

Li Stenbolê piştî şahiya Newrozê 200 kes hatin destgîkirin
19 adar, 2023   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tev li wê bûn, polîsan êriş girseyê kir û nêzî 200 kes destgîr kirin. Polîsan xwest komeke ku dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz dikirin, destgîr bikin lê girseyê nehişt. Piştî vê polîsan êriş bir ser girseyê û bi sedan kesî bi îşkenceyê destgîr kirin.

Hat diyarkirin ku di nav kesên destgîrkrî de zarokekî astengdar û parêzer jî hene û polîsan kesên destgîr kirin, birine Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê û Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê.

(şx)