​​​​​​​Li Kobanê û Qamişloyê merasîmên sersaxiyê yên şehîdên YAT`ê

Şêniyên kantonên Cizîrê û Kobanê sersaxî da malbatên 6 şehîdên YAT`ê yên di qezaya helîkopterê de şehîd bûne û bal kişand ser rola şervanên QSD`ê di pêkanîna ewlehî û îstiqrara li herêmê de.

18 adar, 2023   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 15`ê Adarê, 9 şervanên wan di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne.

Şêniyên kantona Qamişloyê ji bo 5 şehîdên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) Elaa Ednan Hemûd (Hogir Dêrik), Hemîd Seydo Seydo (Dîdar Dêrik), Nejbîr Memûd Hemdo (Feraşîn Baran), Derwêş Ehmed Omer (Koçer Dêrik), Mecîd Silêman Mihemed (Harûn Rojava) merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîm li qada geraca kevn a li navçeya Girkê Legê hat lidarxistin.

Li cihê merasîmê alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên hatin rakirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û bal kişand ser fedakariyên şehîdên YAT`ê û wiha got: “Şehîdan îrade û hêza xwe îsbat kir û mohra xwe li dîroka têkoşîna li dijî DAIŞ`ê da. Em ê rêya şehîdan bidomînin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star Rîhan Temo jî destnîşan kir ku bi saya şehîdan, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ewlehiyê de dijîn.

Ji fermandarên QSD`ê jî Mihyedîn Xêrik jî soza bilindkirina têkoşînê heta mayîndekirina aramî û îstiqrarê da.

Piştre wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

KOBANÊ

Li kantona Kobanê jî, şênî, şandeyên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, saziyên leşkerî yên herêma Firatê sersaxî da malbata fermandarê YAT`ê Şervan Kobanê.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Adil Hec Kerho wiha axivî: “Ev zêdetirî 50 salî ye em li hember zordestan tê dikoşin û ciwanên xwe feda dikin. Bi saya fikrê azad ê Rêber Abdullah Ocalan em hemû qeyd şikandin, li hember kesên hewl didin axa me dagir bikin û destdirêjiyê lê bikin sekinînin. Em fedakariyên gerîlayên ku li hember çekên kîmyewî li ber xwe didin, ji bîr nakin.”

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Bekir Hec Îsa jî axivî. Hec Îsa anî ziman ku ew bi zarokên xwe yên li ser fikrê demokratîk û azad ê Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne, wêrek bûne û ev xak parastine, serbilind in û got: “Heta ku lehengên mîna şehîd Şervan Kobanê hebin, em ê bi ewlehî bijîn.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/13uTzs8cs60" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>