Bi boneya Newrozê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rasthatina cejna Newrozê re, komeke tedbîrên ku divê bêne girtin, ragihand.

Bi boneya Newrozê Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin
18 adar, 2023   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmar 2 a têkildarî tedbîrên Newrozê da.

Di biryarê de wiha hate gotin:

“Em cejna Newrozê li gelê xwe pîroz dikin. Em hêvî dikin ku şahî û ewlehî li seranserî herêmê pêk were.

Li gorî wê, em ji welatiyên xwe rica dikin ku bi me re hevkar bin û li gorî tedbîrên li jêr tev bigerin:

1- Ji saet0 6:00`an sibeha 19.03.2023`yan saet 06:00`ê sibeha 22.03.2023`yan tevgera çûn û hatinê ya kamyon û tankeran qedexe ye.

2- Tevgera motorsîkletan giştî heta yên leşkerî ji saet 06:00`an êvara 19.03.2023`yan heta saet 06:00`ê sibeha 22.03.2023`yan qedexe ye.

3- Derbaskirina kelûpelan bi rêya korîdoran ji saet 6:00`an êvara 19-3-2023`yan heta saet 6:00`an sibeha 22-3-2023`yan qedexe ye.

4-Ji bilî rewşên mirovî çûn û hatina welatiyan ji saet 06:00`an êvara 19.03.2023`yan heta saet 06:00`ê sibeha 22.03.2023`yan qedexe ye.

5- Derveyî çarçoveya qanûnan avêtina guleyan ji aliyê hêzên leşker, ewlehiyê, welatiyan ve qedexe ye û heta ku ruxset hebe jî, çek tê desteserkirin.

(şx)

ANHA