HPG: Êrişên bi çekên qedexekirî dewam dikin

HPG’ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi çekên qedexekirî didomîne.

HPG: Êrişên bi çekên qedexekirî dewam dikin
18 adar, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“Di17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê bi çekên qedexe carekê hatine bombekirin.

Di 17’ê Adarê de çeperên berxwedanê yên Çemçoyê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Golka û Girê Çarçêl ên Metînayê bi balafirên şer 4 caran hatine bombekirin.

Di 16 û 17’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Ortê ya Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û yên li qada Çemço û Sîdayê bi obus, hawan, tank û çekên giran 73 caran hatine bombekirin.”