​​​​​​​Yekitiya Ewropayê: Divê der barê jehrîkirina xwendaran li Îranê de lêpirsînek bê vekirin

Parlamentoya Ewropayê, bi piraniya dengan qebûl kir ku şandeyeke navneteweyî ya serbixwe bişîne ji bo ku der barê jehrîkirina xwendekarên keçîn li Îranê de lêpirsînê çêke.

​​​​​​​Yekitiya Ewropayê: Divê der barê jehrîkirina xwendaran li Îranê de lêpirsînek bê vekirin
16 adar, 2023   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ewropayê, hewldanên hovane yên ji bo bêdengkirina jinan û keçan li Îranê şermezar kir. Her wiha bang li endamên yekitiyê kir ku vîze bidin wan kesan ku pêwîstiya wan bi derketina ji welêt heye nexasim jinan û zarokên keçîn.

Dezgehên çapemeniyê yên hikumetê û rayedarên Îranê ragihandin ku 13 hezar xwendekar ku piraniya wan xwendekarên keçîn in, bi jehrî bûne. Ji ber wê, hêrsa li hember desthilatê zêde bû ku ji xwepêşandanên ji dema kuştina jina kurd Jîna Emînî di Îlona borî de li dar ketine, hîna berdewam in.

Girêdayî heman mijarê, Parlamentoya Ewropayê bang li civata navneteweyî kir ku Pasdarên Îranê wek rêxistineke terorîst bi nav bike û sûcên li dijî mafên mirovan ên li Îranê pêk tên, rexne kirin.

Her wiha parlamentoyê bang li ferzkirina cezayan li ser berpirsên wan sûcan ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve kir mîna Xamîneî, serokê welêt Îbrahîm Raîsî û serdozgerê giştî Mihemed Cafer Muntezarî.

(şx)