​​​​​​​`Berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka me ye`

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dûrxistina Rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî tecrîdeke girankirî lê ferz dike. Kesayetên saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên girtiyan kirin ku tecrîdê bi dawî bikin.

​​​​​​​`Berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka me ye`
17 adar, 2023   01:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxwazên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewm in. Çalakiyên ku girêdana gel bi Rêber Abdullah Ocalan ve îsbat dikin jî, li dar in. Herî dawî hemleya komkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin û di çarçoveya wê de 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin. Li gel van hemûyan jî, rêxistinên mafên mirovan û girtiyan bêdeng in.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo bidawîkirina tecrîdê 22`yê Çileyê bi dirûşma “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dike” hemeleyek li dar xist û tê de 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze kom kirin.

Endamê Yekitiya Saziyên Civaka Sivîl a Dêrazorê Elaa El Mesûd balkişand ser sedemên têkoşîna wan a berdewam û got: “Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya gelan, jinan û meşandina têkoşînê li hember siyaset û hikumetên kapîtalîst kir. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe lê belê gelek dewletên komploger hene ku dixwazin vê projeyê têk bibin. Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike wî ji gel û cîhana derve dûr bixe.”

El Mesûd bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî kir ku bilez destwerdanê bikin ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin û bang li gelên herêmê kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.”

Der barê heman mijarê de endama Rêveberiya Yekitiya Cotkaran a Dêrazorê Hezar El Elî: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan banga bidestxistina jinan, maf û azadiya xwe dike. Ji ber ku azadiya civakê bi azadiya jinan dest pê dike. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, komployek li dijî tevahî gelan e.”

Hezar wiha pê de çû: “Heta kengî dê ev tecrîd berdewam bike? Çima CPT`ê li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan erka xwe nayne cih?”

Hezar diyar kir ku divê gelên bindest û yên ku dawa demokrasî û azadiyê dikin, berpirsyariyên xwe bînin cih, li qadan bin, têkoşînê mezin bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Hezar ev li gotinên xwe zêde kir: “Têkoşîn û berdewamkirina çalakiyan, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erka me ya bingehîn e. Ji ber ku bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re, azadiya hemû civakên bindest pêk tê.”

Her wiha Hezar di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan û girtiyan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe ya misogerkirina mafên mirov û girtiyan bînin cih.

(şx)

ANHA