​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov

Peykera Jina Firatî ku di vê dawiyê de li Reqayê hatiye danîn, peykerên din mîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîne bîra mirov ku têkoşîna jinên ereb, kurd û suryan rave dikin.

​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov
​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov
​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov
​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov
​​​​​​​`Jina Firatî` peykerên din tînin bîra mirov
17 adar, 2023   04:37
REQA-ALA EL ELÎ

Ji Reqa ta Kobanê û ji Amûdê heta Girkê Legê û Qamişloyê li têketin û qadên giştî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyên peykerên jinên pêşeng di dîrokê de û têkoşeran hatine danîn ku roleke girîng di Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an de lîstine. Ev şoreş bi şoreşa jinan tê naskirin.

Li Reqayê ku berê paytexta xîlafeta DAIŞ`ê bû, jin ji tevahiya qadên jiyanê hate dûrxistin. Lê di 8`ê Adarê de li qada Îtfaiyê ya bajêr, peykera Jina Firatî ya kedkar hate danîn.

Peykera ku ji aliyê Komîteya Çandê û Arkolojiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye danîn, jina firatî rave dike ku cil û bergên herêmê li xwe kiriye. Ev cilûberg ji gelek beşan pêk tên; zebûn: kirasekî derve ye bi milên fireh û dirêj e û bi rengên cuda hatiye neqşkirin. Dûre gelabiye heye ku fistaneke û di bin zebûnê de tê lixwe kirin. Hebrî jî heye, parçeyeke hevreşmî ye bi gelemperî rengê wê sor yan jî reş e, jin serê xwe pê dipêçe. Di destê peykerê de kuzikek heye ku berê pê av ji çemê Firatê dianî. Ev peyker keda jina firatî rave dike.

Li gorî Hevseroka Komîteya Çandê û Arkolojiyê ya Reqayê Lîlav Xelîl, xebatên amadekirina peykera ku dirêjahiya wê 2 metre û 40 sentîmetre û penahiya wê 95 sentîmetre ye, mehek dom kiriye û 3 peykersazên pispor ew hazir kiriye.

Lîlav diyar kir ku li gorî plansaziya pêşerojê, komîte gelek peykerên din amade dike. Amadekarî hene ku peykerek li Çerxerêya El Basil bê dayîn lê dema danîna peykerê diyar nekir.

Beriya wê jî gelek peyker li herêmên cuda hatin danîn mîna li Kobanê ku bû bera hemû parêzvanên azadiyê. Li Qada Jina Azad peykera şehîd Arîn Mîrkan hatiye danîn. Şehîd Arîn 5`ê Cotmeha 2014`an li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiyeke fedaî li dar xist.

Kî biçe navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, dema derbasî navçeyê bibe tişta herî pêşîn dê were ber çavên wî/wê peykera jinekê ye ku bi destekê meşale û bi destê din pirtûk û komeke simbilê genim hil dide. Peyker sala 2015`an di Roja Jinan a Cîhanê de hate danîn.

Li Çerxerêya Ornîna ya taxa xerbî ya Qamişloyê jî, peykera stranbêj û mûzîkjenê perestgeha Eştar a şaristaniya Marî Ornîna ku sembola muzîk û stranbêjiyê ye, hatiye danîn.

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê sala 2022`yan Şardariya Gel a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo çerxerêyek amade kir ku li navenda wê du peyker hene; ya yekê ya jinekê ye ku di destê wê de nol heye û di destê peykera din de destar heye.

(şx)

ANHA