Ciwanên Firatê: Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin

Ciwanên Herêma Firatê destnîşan kirin ku madem Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya xwe ya fîzîkî mehrûm e, dê li qadan bin.

Ciwanên Firatê: Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li qadan bin
15 adar, 2023   03:33
KOBANÊ

Li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê desthilata Tirkiyeyê ve hatiye ferzkirin, bertek û nerazîbûn berdewam in.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Dîcle Hesen destnîşan kir ku gelê Kurd di fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de li mafê xwe yê ji destdayî digere û got: “Dewleta Tirk a dagirker razî nabe ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Ji ber wê tecrîdeke giran lê ferz dike. Em jî vê tecrîdê qebûl nakin. Ew tecrîd li ser me hamûyan e.”

Dîcle wiha domand: “Îro kesek nikare li hember fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bisekine. Fikrê wî, ji azadîxwazan re bûye rê. Vîn û îradeya gelan ji plan û timayên zordestan xurttir e. Madem Rêber Abdullah Ocalan ji azadiya xwe ya fîzîkî mehrûm e, em dê li qadan bin.”

`YÊN LI SER FIKIR Û FESLEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN MEZIN BÛNE, BÊÇARETIYÊ NAS NAKIN`

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd jî got: “Ew ji tecrîdê armanc dikin ku gelê herêmê ji Rêber Abdullah Ocalan dûr bixin ku hêza xwe ji fikr û feslefeya wî digirin. Ji ber ku dizanin gel bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan gelek hişyar bûye, tecrîda li ser girantir kirin.”

Mehmûd wiha pê de çû: “Em dê bêdeng nemînin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê me gelek çalakî li dar xistin. Her tim dirûşma me Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû.”

Mehmûd destnîşan kir ku piştî ku hemû planên dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin, wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê lê dîsa jî bi bin ket, heta çekên kîmyawî jî bi kar anîn lê dîsa jî bi ser neket.

Di dawiyê de Mehmûd got: “Yên li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne bêçaretiyê nas nakin. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya demokratîk, êdî cîhanî bûne. Her çiqas dewleta Tirk a dagirker şerê me bike, nikare vîna me naşikîne. Dê rojek bê, em dê wî ji axa xwe derxin ku dagir kiriye û Rêber xwe azad bikin.”

(şx)

ANHA