Maseya çaralî ya Sûriyeyê ku li Moskovê tê avakirin - Rauf KARAKOÇAN

Maseya çaralî ya Sûriyeyê ku li Moskovê tê avakirin - Rauf KARAKOÇAN
15 adar, 2023   01:50

Bi erdhejê re Sûriye careke din vegeriya ser maseya siyasetê. Têkiliyên Şamê yên bi Uman, Urdin û Erebistana Siûdî re, ji sala 2011'an de dema destpêkirina şerê navxweyî, cara yekê ye aliyan tînin cem hev. Ji ber erdhejê hin welatên Ereban şande şandin Şamê da ku sersaxiya xwe ragihînin û alîkariyê bikin. Bê guman ev siyaseta erdhejê ku ji ber trafîka dîplomatîk pêk hat, wek gavên misogerkirina vegera Sûriyeyê li cîhana Ereban tê dîtin.

Sûriye welatekî model e ku siyaseta hevsengiyê baş nas dike û bi rê ve dibe. Polîtîkayên hevsengiyê yên serdema Hafiz Esad di konjonktura cîhana duserî de têra parastina Sûriyeyê dikir. Lê êdî gelek tişt guherîn. Di rewşa şer li Sûriyeyê de rêveberiya Esad sax ma, hebûna xwe domand û bi erdhejê re bi leztir bi ser ve hat. Ji aliyekî ve Sûriye ji bo ku vegere Komkara Erebî û normalîzekirina têkiliyan bi welatên Ereban re hewl dide, li aliyê din jî li çareseriya dijminahiya xwe ya bi Tirkiyeyê re digere. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên dagirkerî û êrişkariyê ku xwe dispêrin senaryoyên têkbirina Esad, encama dihat hêvîkirin nedan û bi ser de jî Sûriye kir xirabe, gelê wê qetil kir û bi milyonan mirov kirin penaber lê bi ser neket û di dawiyê de jî diyalog bû pêwîstiyek.

Tevlêkirina Îranê li nava maseya sêalî ku li Moskovê hat avakirin, rewş hinekî guherand. Diyaloga bi navbeynkariya Rûsyayê ji ber şert û mercên Sûriyeyê hate rawestandin. Vegera aliyan a li ser maseyê û tevlêbûna Îranê, tê wê wateyê ku hevsengiyek nû hatiye avakirin. Wisa dixuye ku ew şert û merc hinekî hatine nermkirin.

Polîtîkaya Rûsyayê ya Sûriyeyê bi qasî ku xizmetê ji Rûsyayê re bike, heye. Heta tê payîn ku bêhtir were ferzkirin û tawîzan ji Sûriyeyê bibin. Lê belê paşguhkirina faktora Îranê ya li ser erdê, çareseriya pirsgirêkên di dan û standinên Şam-Enqereyê de ji bo berjewendiyên Îranê yên li Sûriyeyê bi pirsgirêk e. Di serî de hikumeta Erdoganê faşîst ji bo melayan ne pêbawer e û di gelek mijaran de pirsgirêk hene. Mijara Sûriyeyê ji bo têkiliyên Tirkiye û Îranê jî bi pirsgirêk e. Rejîma Esad hewl dide zextên Rûsyayê bi Îranê re bixe nava hevsengiyekê û ji ber vê yekê kir ku Îran li ser maseya Moskovê rûne.

Maseya Sûriyeyê ya çaralî ku tê payîn di nîvê meha Adarê de li Moskovê were danîn, ji ber ku cara ewilî ye, girîng e. Tirkiye dixwaze bi êrişeke nû ji xwe re propagandayeke nû çêke, lê ji ber ku encameke bi heman rengî Rûsya jî ferz dike û Îran jî tev lê bûye, zehmet e encamekê jê derxe. Di dan û standinan de tê xwestin ku ji bo Tirkiyeyê demê peyda bikin û şertê pêş ê vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên dagirkirî, li gorî demeke diyarkirî pêk were. Tevî rawestandina desteka ji çeteyan re jî, ev yek dê çi qas Sûriyeyê li ser maseyê tetmîn bike û çi qasî Îranê îqna bike jî, dê bi demê re zelal bibe.

Sedemeke nêzîkbûna Sûriyeyê bi welatên Ereb re jî ew e ku Îranê li Sûriyeyê sînordar bikin. Ji ber ku Îran xeta sor a welatên Ereban e. Îran ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve welatên wekî Yemen, Lîbya, Sûriye û Iraqê dorpêç dik û ev yek ji bo Îsraîl û DYA'yê jî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê pêşvebirina têkiliyên Sûriye û welatên Ereban hinekî bi xêr tê dîtin. Ji aliyekî ve Sûriye hewl dide Îranê di têkiliyên xwe yên li gel welatên Ereban de hevseng bike û ji aliyê din ve jî gelekî bi aqilane ye ku hewl bide têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re bi Îranê li ser maseya çaralî ya li Moskovê bixe nava hevsengiyê. Rêveberiya Esad siyaseta xwe ya hevsengiyê bi erdhejê re bi pêşvetir bir û ji bo bidestxistina meşrûiyeta xwe ya têkçûyî kir firsend.

Tevlêkirina Îranê li maseya Sûriyeyê ku li Moskovê hatiye danîn, wê ji bo Tirkiyeyê rewşeke nexweş be. Qebûlkirina vê yekê jî, ji ber tengasiya wê ye. Li Rojhilata Navîn ji bo ku xwe ji ‘tenêtiya hêja’ xelas bike, neçar ma ku Sûriyeyê li dan û standinanên xwe zêde bike. Di nava pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li gel Îsraîl, Misir û Erebistana Siûdî de, pirsgirêka Sûriyeyê ya herî zehmet e. Li Sûriyeyê êrişên dagirkeriyê pêk anîn û sûcên şer kirin ku dê bibin mijara darizandinên li Dîwana Edaletê ya Laheyê. Ev ne mijareke wisa ye ku bi hevdîtina Sûriyê ya li ser maseya çaralî ya li Moskovê were çareserkirin.

Heke Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin navgîna bazarê û hin tawîzan bidin Sûriyeyê û di ser dijminahiya Kurdan re hevdîtinan bikin, ev yek dê şaş lê vegere.  Heke muzakereyên kesên li ser maseyê rûniştine bi rêya dijberiya Kurdbûnê bên kirin, dê encamên giran ku qet nayên telafîkirin, bi xwe re bîne.

Sûriye dê pir bi hêsanî veguhere arenaya gladyatoran. Wekî din, DYA'yê jî hemleya xwe ya dijber avêt. Her çend serdana serfermandarê DYA'yê ya ji bo Rojava û çûyîna wezîrê parastinê  bo Hewlêrê wek tevgereke li dijî Îranê tê şîrovekirin jî, bi van serdanan dibêjin 'em jî li qadê ne'. Dîsa êrişên balafirên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û bombebarankirina balafirgehan, peyamên ji bo vê pêvajoyê ne.

Tevî ku siyaseta hevsengiyê ya Esad ji bo niha dixebite jî, di demeke dirêj de dê Sûriyeyê mehkûmî hevsengiyên din bike ku bêhtir destgirêdayî be. Ji bo ku ji pirsgirêkên xwe re çareseriyên mayînde peyda bike, diyaloga bi Rêveberiya Xweser re, li şûna hevsengiyên ku xwe dispêrê, dê aqilanetir be.

ANHA