Dengê gelan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû yek`

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlêbûna şêniyan a hemleya komkirina îmzeyan silav kir ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike û dê wesîqeya wê radestî CPT'ê bikin. Her wiha rayedarên hemleyê eşkere kirin ku hemle dengê gelan yek bû.

Dengê gelan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bû yek`
15 adar, 2023   00:37
QAMIŞLO

Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duşemê anku 13'ê Adarê ragihand ku 2 milyon û 626 hezar û 828 kes beşdarî komkirina îmzeyan bûn ku di 22'yê Çilyê dest pê kiriye.

DENG BÛN YEK

Berdevka Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pêrwîn Yûsif hewldanên gelê herêmê û saziyan silav kir ku beşdarî hemleyê bûne, siyasetên di şexsa Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelan pêk tên, red kirin û banga bidawîkirina tecrîdê kir.

Pêrwîn Yûsif diyar kir ku di hemleya ku mehekî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kiriye de, hemû pêkhateyên herêmê, gelê Rojava yên li Hewlêr û Silêmaniyê bi rêya nivîsgehên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD, Heleb, Şam û Beyrûtê) beşdar bûn.

Pêrwîn da zanîn ku armanca beşdaran ji vê hemleyê ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û dengên xwe bikin yek da ku bighînin CPT'ê ji bo ku erka xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne.

TEVLÊBÛNA ZÊDE

Têkildarî sedemên dirêjkirina dema hemleyê ji 18 Sibatê heta 13'ê Adarê, Pêrwîn destnîşan kir ku dema hemleya komkirina îmzeyan hate dirêjkirin ji ber ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo alîkariya qurbaniyê erdhejê bike, hemleyek dest pê kir. Her wiha Perwîn da zanîn ku tevî zextê, lê dîsa jî hemle encamdar bû û gelek îmze kom kirin.

Pêrwîn diyar kir ku tecrîda li ser rêber heta niha berdewam e û got: “Divê asta têkoşîna xwe li tevahî qadan bilind bikin da ku bêdengiya navnetweyî bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

Pêrwîn anî ziman ku ew dê belgeya îmzeyan radestî Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bikin.

WESÎQÊ YEKSER RADEST BIKIN

Têkikdarî makenîzmeya şandina belgeya îmzeyan ji CPT'ê re, berdevka Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Ferzend Munzir diyar kir ku ew hewl didin ku vê belgeyê bi rêya nivîsgeha serdemê ya hiqûqî bişînin, da ku yekser radestî aliyên peywendîdar bikin

Munzir destnîşan kir ku beşdarbûna çalak a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemleyê de, asta girêdana wan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve eşkere dike. Her wiha got: “Ji ber vê yekê pir girîng e ku CPT'ê erka xwe li hember daxwaz û vîna vî gelî bi cih bîne û serdana Îmraliyê bike.”

Munzir bal kişand ser bandora vê hemleyê di aliyê qanûnî û diplomasî de li ser dosyayê Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku komkirina hejmareke mezin a îmzeyan di welatekî demokratîk de xwedî nirxeke mezin e.

(dm)

ANHA