Beşar El Esed gihîşt Moskovê

Vê êvarê û di çarçoveya danûstandinên li gel Putin de, Beşar El Esed gihîşt paytexta Rûsya Moskovê.

Beşar El Esed gihîşt Moskovê
14 adar, 2023   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûpela fermî ya seroketiya Sûriyeyê ragihand ku Beşar El Esed gihîşt Moskovê bi merasîmeke merasîmên fermî li balafirxaneya navneteweyî ya Vnukovo ya Rûsyayê ji aliyê nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov û cîgirê wezîrê karên derve û balyozê Rûsya li Şamê Elexander Yefîmov û balyozê Sûriye yê Moskovê Beşar El Caferî ve hate pêşwazîkirin.

Rûpelê da zanîn ku Beşar El Esed ji aliyê cîgirê wezîrê derve ku nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê Putin bû Mîxaîl Bogdanov û balyozê Rûsyayê li Şamê Aleksander Yefîmov û balyozê Sûriyeyê li Moskovê Beşar El Caferî ve, hat pêşwazîkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku El Esed dê di vê serdanê de li gel şandeyeke payebilind a wezîran danûstandinan bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re pêk bîne.

Rojnameya rûsyayî ya Vedomosti ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî di serokatiya Rûsyayê Kremlînê de, beriya çend rojan ragihandibû ku Beşar El Esed dê di navîna Adarê de serdana Moskovê bike. Her wiha da zanîn ku Pûtîn û El Esed dibe têkiliyên dualî, doza Ukranyaê û mijarên normalîzekirinê bi Tirkiyeyê re, nîqaş bikin û dibe ku El Esed ji bo sekna li hember aloziya enerjiyê û encamên erdhejê, destekê bi dest bixe. 

(mh/şx)