​​​​​​​Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê konferansa xwe li dar xist

Bi dirûşma "Bi bazirganiya rast em ê aboriya civakê ava bikinʹʹ, konferansa duyemîn a Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê hat lidarxistin.

​​​​​​​Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê konferansa xwe li dar xist
12 adar, 2023   13:56
KOBANÊ

Bi dirûşma "Bi bazirganiya rast em ê aboriya civakê ava bikinʹʹ û bi sponseriya Yekitiya Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konferansa duyemîn a Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê hat lidarxistin.

Konferans li Hola Firatê ya bajarê Kobanê bi amadebûna hevserokên Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên TEV-DEMʹê, endamên Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê hat lidarxistin.

Di konferansê de hevseroka TEV-DEMʹê Rûken Ehmed rewşa siyasî nirxand û got: "Dem hatiye ku em azarên meha Adarê derbas bikin, bikin meha serkeftinê tevahî gelên bindest û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Em niha ji her demê bêtir bi hêz in. Kesên ku dixwazin destdirêjiyê li xaka me bikin bila binkeftina çeteyên DAIŞʹê ya li ser zarokên herêmê bîne bîra xwe. "

Piştre hevserokê Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê Osman Ferec rapora salane ya odeyê xwend. Di raporê de îşaret bi pirsgirkên li hemberî bazirganên herêmê û ziyanên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gihiştine qada bazirganiyê hat kirin.

Piştre rêziknameya odeyê hat xwendin û erêkirin. Her wiha endamên nû yên Rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê hatin hilbijartin.

Têkildarî armancê konferansê  hevserokê Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê Osman Ferec ji ANHAʹyê re axivî û got: "Armanca me ya sereke ji vê konferansê rêveberiya nû ya Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê were hibijêrin ûçareseriyan ji pirsgirêkên li pêşiya bazirganan bibînin da ku nekevin kêmasiyên berê."

Di dawiyê de Meyada Baqî û Salih Cira wekî hevserokên nû yên Odeya Bazirganiyê ya Herêma Firatê hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA