​​​​​​​Salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê hat pîrozkirin

 Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê salvegera 6ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê  li tevahî pêkhateyan pîroz kir û şehîdên Serhildana 12ʹyê Adarê bi bîr anîn.

​​​​​​​Salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê hat pîrozkirin
12 adar, 2023   13:28
MINBIC

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12ʹyê Adarê hatin bibîranîn.

Daxuyanî bi amadebûna endamên rêveberiya sivîl û saziyên wê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hat dayîn.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de salvegera 6ʹemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li şêniyên Minbicê û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin. Hate gotin ku avabûna vê Rêveberiyê berhemê têkoşîna gel a li dijî hêzên tarî û fedekariyên şehîdan e.

Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12ʹyê Adarê hatin bibîranîn û hate gotin: "Serhildana 12ʹyê Adarê kevirê bingehîn ê şoreşa me ye."

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina xeta şehîdên azadiyê hate dayîn " Şehîd meşaleya şoreşa me û azadiya me ye. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin heta ku tevahî armancên wan pêk bînin û projeya xwe ya neteweya demokratîk belav bikin ku jiyaneke azad û ewle ji gelê me û tevahî gelên Rojhilata Navîn re peyda dike."

(bb)

ANHA