​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir

Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan navendeke perwerde û fêrkiria zarokan li Helebê vekir.

​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir
​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir
​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir
​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir
​​​​​​​Komîteya Şilêr navendek li Helebê vekir
12 adar, 2023   14:16
HELEB

Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi merasîmekê navendeke perwerdekirin û fêrkirina zarokan û danasîna wan bi mafên wan li beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê vekir.

Rêvebera Komîteya Şilêr a kantona Şehbayê Bedîa Muslim di merasîmê de axivî, vekirina vê navendê li tevahî zarokên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz kir.

Bedîa Muslim şehîdên  Serhildana 12ʹê Adarê bi bîr anîn û têkildarî vekirina vê navendê got: ʹʹEm vê navendê ji bo perwerdekirina zarokan û bicihanîna daxwazên wan ê di warê çandî, spor û wênsaziyê de vedikin. ʹʹ

Rêvebera Komîteya Şilêr a Helebê Semîra Bekir li ser girîngiya ku zarok fêrî zimanê kurdî bibin axivî û got: "Ev navend ji bo perwerdekirina zarokan hatiye vekirin. Ya herî girîng ew e ku zarok fêrî zimanê kurdî bibin. Sibe salvegera şehadeta Gulê Selmo ye ya ku ji zarokan hez dikir û wan fêrî çanda wan û xwendinê dikir."

Komîteya Şilêr a Zarokan di sala 2020ʹî de bi armanca rakirina bandorên neyinî yên şer ên li ser zarokan hat avakirin. Navenda sereke ya komîteyê li bajarê Qamişlo ye û şaxên wê li Şehba, Heleb, Dêrik û kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesekê jî hene.

Komîteya Şilêr bi şopandina mafên zarokan, binpêkirin û tundiya ku li dijî wan têne kirin û çareserkirina pirsgirêkên wan eleqedar dibe. Her wiha hewl dide zarokan perwerde û hîn bike û malbaran li ser rêbazên dan û standinên bi zarokan re perwerde dike.

(bb)

ANHA