​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle ICRCʹê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe

Hikumeta Şamê nahêle Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) û alîkariyên mirovî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle ICRCʹê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe
12 adar, 2023   13:40
HELEB

Hikumeta Şamê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Hêzên hikumetê ji Çarşema borî (8ʹê Adarê) ve nahêle alîkariyên navneteweyî derbasî herdu taxan bibin.

Li gorî Komîteya Alîkariyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji 5 rojan ve rê nadin ekîpên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) alîkariyan derbasî herdu taxan bikin.

Têkildarî alîkariyan, komîteyê diyar kir ku alîkar zêdetir ji madeyên xwarinê yên zarokan pêk tê.

(bb)

ANHA