​​​​​​​‎′Em gelê ku tu kes nikare me ji hev bike, ne′‎

Şêniyên Til Hemîsê şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê bi bîr anîn û got tevahî planên li dijî gelên Kurd û Ereb wê bi saya projeya neteweya demokratîk bi bin bikevin.

​​​​​​​‎′Em gelê ku tu kes nikare me ji hev bike, ne′‎
12 adar, 2023   13:17
QAMIŞLO

Bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî li goristana şehîdan a li rojavayê Til Hemîsê kom bûn û şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê ya Qamişloyê bi bîr anîn.

Li goristanê, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Xalib El Sadûn şehîdên komkujî û Serhildana 12′yê Adarê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Serhildana 12′yê Adarê serhildana rasteqîn a destpêkirina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû."

El Sadûn wiha domand: "Bi rêya serhildanê rejîma Baasê rastiya xwe ya nijadperestî ya li dijî gelê Kurd eşkere kir, bi qetilkirina ciwanên Kurd tenê nekir, lê belê kîn û fîtne di nava gelên Ereb û Kurd de derxist. Da ku mozaîka her du gelan ji hev bike. Lê hîna gelê me yek e û tu kes nihkare ji hev bike."

Li ser binkeftina hemû planên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê El Sadûn ev tişt got: "Îro hemû gelên Ereb, Kurd, Suryan û hemû etnîkên bi hev re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn plan û siyasetên çewsîner ên li dijî van gelan nas dikin."

Xalid El Sadûn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hemû hêza xwe bixebitin ku planên rejîmên Baas û Tirkiyeyê têk bibin. Em ê li dijî hêzn hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin, hevgirtî bin."

(fr)

ANHA