​​​​​​​Çiya Kurd: Mîrateya 12ʹê Adarê stûna Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ye

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîrateya Serhildana 12ʹê Adarê ye û got, ev serhildan stûnê sereke yê Şoreşa 12ʹê Tîrmehê ye.

​​​​​​​Çiya Kurd: Mîrateya 12ʹê Adarê stûna Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ye
12 adar, 2023   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Kloten ê kantona Zûrîh ê Swîsreyê  bi merasîmekê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin.

/ar/uploads/files/2023/03/12/133304_whatsapp-image-2023-03-12-at-3.31.46-pm.webp

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û gelek Kurdistanî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Bedran Çiya Kurd axivî, vekirina vê navendê li gelê herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev navend bibe pêngava mezinkirina têkoşîn û xebatê ji bo şêniyên herêmê yên li Swîsreyê.  Çiya Kurd got: "Ev navend mûzaîka rengîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."

Çiya Kurd şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê jî bi bîr anîn û ev tişt anî ziman: " Rêveberiya Xweser û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîrateya Serhildana 12ʹê Adarê ye. Ev serhildan stûnê sereke yê Şoreşa 12ʹê Tîrmehê ye."

Çiya Kurd geşedanên siyasî yên girêdayî Sûriye û Rojhilatê Sûriyeyê jî nirxand û got: "Pergalên ku li dijî gelê me kar dikin di pêvajoyeke kirêtîk de ne."

Çiya Kurd bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser jî û wiha dom da axaftina xwe: "Hinek aliyên sûrî hewl didin vê projeya li herêmên xwe bi cih bînin û vê projeyê wekî gava ber bi pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê ve dibînin."

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku ne pêkane ku rewşa Sûriyeye vegere mîna beriya 2011ʹan e.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd behsa têkiliyên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser kir û got: "Em hewl didin têkiliyan bi hemûyan re xurt bikin. Têkiliyên me li gel dewletên aktîf ên di dosyaya Sûriyeyê de û piraniya dewletên rojava hene. Bi awayekî asayî şande serdana herêmên me dikin. Ev yek asta têkiliyên me bi van dewletan re nîşan dide."

(bb)