Îsraîlê gundewarên Tartûs û Hemayê bombebaran kirin

Îsraîlê li dijî hin deverên li gundewarên Tartûs û Hemayê bi moşekan êriş pêk anî.

Îsraîlê gundewarên Tartûs û Hemayê bombebaran kirin
12 adar, 2023   06:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên leşkerî ragihand ku vê sibehê saet derdora 07:15`an Îsraîlê ji aliyê bakurê Lubnanê ve li dijî hin deverên gundewarên Tartûs û Hemayê êrişa bi moşekan pêk aniye û da zanîn ku di êrişê de 3 leşker birîndar bûne.

Li gorî heman ajansê, pergala parastina asîmanî bersiv daye moşekan, hinek xistine xwarê.

 Duşema borî jî Îsraîlê êrişî Balafirgehan Helebê kiribû û balafirgeh ji xizmetê derketibû.

Ji destpêka salê de ev êrişa 5`emîn a Îsraîlê li Sûriyeyê ye.

(cx)