​​​​​​​Şehîdên Komkujiya Şaredariyê hatin bibîranîn

Di salvegera 9ʹemîn de, şehîdên Komkujiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

​​​​​​​Şehîdên Komkujiya Şaredariyê hatin bibîranîn
11 adar, 2023   17:20
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 9ʹemîn a Komkujiya Şaredariya Gel a Qamişloyê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hatibû kirin, bi sedan şêniyên Qamişlo, di nav de malbatên şehîdan û karmendên şaredariyê, şehîdên komkujiyê li ser gorên wan û cihê komkujiyê bi bîr anîn.

Desptêkê Hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Besam Qaso daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di salvegera 9ʹemîn de em şehîdên Komkujiya Şaredariya Gel a Qamişlo bi bîr tînin. Komkujî mîna vê rojê di sala 2014ʹan de ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hatibû kirin. 9 sal derbas bûn, em hîna bi heman biryara xwe ve girêdayî ne ku me bi destpêka damezirandina saziyên Rêveberiya Xweser dabû. Em ê gav bi gav ber bi Sûriyeke demokratîk a nenavendî ve dimeşin.

/kr/uploads/files/2023/03/11/172444_00000.webp

Êrişa terorîst a 11ʹê Adara 2014ʹan delîlekî din ê hovîtiya terorîstan û alîgirên wan di serî de rejîma Tirk e. Armanc ji vê êrişê têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser bû. Ji ber ku şaredarî hêmanê sereke yê rêvebirina gel xwe bi xwe ye û rêveberî jî li dijî fikirê terorîstan û piştevanên wan in.

Em şehîdên xwe yên ku berdêlên giran dane bi bîr tînin û soz didin karmendên Şaredariya Gel a Qamişlo ku em ê şopdarên rêya wan bin û bi pêşkêşkirina berdêlên giran ji bo gelê me ala fedakariyê hildin.”

Piştre Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb şehîdên komkujiyê bi bîr anî û got: “Me rêya berfirehkirina karê xwe û xizmeta gel me dersiv da êrişê. Dibe wê demê bi deh hevalan kar û xebat dihat kirin, lê îro roj bi hezaran heval li ser şopa wan kar û xebat dimeşînin da ku sîstemek demokratîk ava bikin û em azad jiyan bikin. "

Silêman  Ereb anî ziman ku wê xwîna şehîdan vala neçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em soz didin ku em ê armancên hevalên xwe yên şehîd bi cih bînin û xeta wan bişopînin."

Pîştî wê gel berê xwe da cihê komkujiyê bi munasebeta vê rojê 54 mûm pêxistin.

Li vir Hevseroka Şaredariya Qamişlo Emel Şemdîn şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: “Heta dilopek  xwîn di canê me de hebe em ê şopdarên rêya şehîdan bin.”

Bîranîn bi dirûşmên “ Şehîd namirin” bi dawî bû.

(dg/bb)

ANHA