Li Egeyê boteke penaberan bin av bû

Hat ragihandin ku li Deryaya Egeyê peravên Aydinê botek ku penaber tê de bûne, noqî avê bûye û 21 koçberan winda bûne.

Li Egeyê boteke penaberan bin av bû
11 adar, 2023   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hate ragihandin ku îro serê sibehê botek ku penaber tê de bûn li Deryaya Egeyê li peravên navçeya Dîdîm a Aydinê bin av bûye. Hate diyarkirin ku 20 penaber bi saxî rizgar bûne û 21 kes jî winda ne.