KNKʹê semînerek li ser destkeftiyên Kurdan û sedsaliya Lozanê da

KNKʹê semînerek li ser destkeftiyên Kurdistanê û sedsaliya peyama Lozanê li hola Zanîngeha Kobanê da.

KNKʹê semînerek li ser destkeftiyên Kurdan û sedsaliya Lozanê da
KNKʹê semînerek li ser destkeftiyên Kurdan û sedsaliya Lozanê da
KNKʹê semînerek li ser destkeftiyên Kurdan û sedsaliya Lozanê da
11 adar, 2023   15:06
KOBANÊ

Bi dirûşma  "Bi hev em destkeftiyên Kurdistanê biparêzin.. Na ji Lozaneke din re", Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) semînerek li hola Zanîngeha Kobanê da.

Semîner bi amadebûna rewşenbîr, endamên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe, nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji aliyê hevserokê Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulîlah Mistefa ve hat dayîn.

Di semînerê de mjiarên wekî zanabûna niştîmanî ya neteweyî di mîrasa fikrî, çandî û siyasî ya Kurdan de, destkeftiyên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, tevgera siyasî li Bakurê Kurdistanê, tevgera jinan li Rojhilatê Kurdistanê, zehmetiyên di aliyê nasnameyên partiyî yên li pêşiya destkeftiyên Kurdistanî de hatin şîrovekirin. Her wiha nakokiyên partiyan û pirsgirêkên di rêveberiyên Kurdistanî de, pirsgirêka tev li civaka Kurdistanê bûnê û her wiha sedsaliya Lozanê û pêşketinên doza Kurdî jî rojev bûn.

DESTKEFTÎ ENDAMÊN TÊKOŞÎNA SEDÊN SALAN E

Dr. Ebdulîlah Mistefa destnîşan kir ku dewleta neteweyî yek ji pergalên burjuvazî yên feodalîzmê ye û got, eger gel azadiyê bixwaze divê ji hemû cûreyên feodalîzmê rizgar bibe.

Mistefa wiha domand: "Faris û Tirk çand û hebûna xwe diparastin, ji bo Ereban jî Quran hebû ku nasnameya wan diparast. Gelo çima Kurdan çanda xwe ya mayî neparast?"

Mistefa diyar kir ku di encama têkoşîna bi salan a Kurdan de destkeftî hatin bidestxistin û got: "Piştî kedeke mezin Kurdên li Başûrê Kurdistanê herêmeke fermî ku di destûra Iraqê di 2005'an de hate tomarkirin, bi dest xist. Piştî wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî gelek ked dan û li dawiyê Rêveberiya Xweser ava kir, Kurdên Bakurê Kurdistanê jî ji 1978'an de têdikoşin û niha di parlamentoya Tirkiyê de zêdetirî 60 kursî bi dest xistine.ʹʹ

Mistefa bi bîr xist ku tevgera siyasî ya ku ji dema hilweşîna komara Mehabadê ve di 1946'an de azaran dikişîne careke din piştî qetilkirina Jîna Emînî hat vejandin.

Der barê armanca semînerê de Mistefa got: "Armanc, pênasekirina metirsiyên peymanên ku li dijî Kurdan hatine sazkirin e, her wiha naskirina fikrên siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên serbixwe yên Kobanê ye."

Ebdulîlah Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Em ditirsin ku peymaneke din wek a Lozanê li dijî me were sazkirin, ji ber wê jî divê em ji bo têkbirina komployên li dijî xwe û li dijî yekbûna me asta têkoşînê bilind bikin."

Beşdaran diyar kirin ku ji bo derbaskirina zehmetiyên li pêşiya Kurdan û ji bo ku peymanên wekî ya Lozanê dubare nebin pêwîstî bi dîtina çareserî û hevgirtinê heye.

(mh)

ANHA