Ji Dêrazorê daxuyaniya 12ʹê Adarê: Têkiliyên Kurd û Ereban ji komployan xurttir in

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê şehîdên Serhildana 12ʹê Adarê bi bîr anîn û got, têkiliyên Ereb û Kurdan ji komployan xurttir in.

Ji Dêrazorê daxuyaniya 12ʹê Adarê: Têkiliyên Kurd û Ereban ji komployan xurttir in
11 adar, 2023   14:42
DÊRAZOR

Sibe salvegera 19ʹemîn a komkujiya 12ʹê Adarê ya li Qamişloyê ye ku veguherî serhildana gel.

Bi vê boneyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê daxuyaniyek bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Komîteya Ciwan û Werzîşê û lîstikvanên tîma Dêrazorê li Hola Werzîşê ya li Herêma Seba Kîlo da.

Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê Xalid Selama daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ciwanên Dêrazorê şehîdên bûyera 12ʹê Adarê bi bîr tînin. Armanc xirabkirina têkiliyên Ereb û Kurdan bû. Lê bi saya berxwedana gel hewldanên xirabkirina têkiliyan têk çûn. Ev dîroka bi êş veguherî pêşerojeke bedew. Her sal di vê rojê de gelên Ereb û Kurd tên gel hev, yekitiya xwe nîşan didin û hêvî û pergalên sîstemên kapîtalîst têk dibin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkiliyên di navbera gelên Ereb û Kurd ji komployan xurttir e û wiha hate domandin "Çawa em li dijî terorê tê koşiyan em îro li hember terora Tirkiye û pergalên kapîtalîst têk dikoşin û li ber xwe didin. Her wiha biratiya gelan îsbat dikin."

(bb)

ANHA