Şandeyeke Skotlandê serdana rêxistinên jinan ên Kobanê kir

Şandeyeke jinan a ji Skotlandê serdana saziyên herêma Firatê û saziyên jinan ên kantona Kobanê kir.

Şandeyeke Skotlandê serdana rêxistinên jinan ên Kobanê kir
11 adar, 2023   12:53
KOBANÊ

Şandeyeke jinan a ji Skotlandê ku ji Victoria Matigova, Yvonne Blake, Jennifer Clapham, Bronagh Gallagher û Iona Gil Soper pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, da ku rola jinan, astengiyên li pêş wan ên di xebatên siyasî, aborî, civakî û çandî de, destkeftiyên di şoreşa Rojava de û projeya neteweya demokratîk bişopînin.

Şandeyê serdana Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, Muzexaneya Kobanê û Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kir.

Tê payîn şande di çend rojên bê de serdana saziyên din ên Rêveberiya Xweser bike.

(fr)

ANHA