​​​​​​​Artêşa dagirker bi topên fosforê êrişî çeperên berxwedanê kir

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 7 caran bi topên fosforê çeperên berxwedanê yên Sîda ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

​​​​​​​Artêşa dagirker bi topên fosforê êrişî çeperên berxwedanê kir
11 adar, 2023   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, artêşa Tirk a dagirker di 10’ê Adarê de 7 caran bi topên fosfor tê de hene li çeperên berxwedanê yên Sîda yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye.

HPG’ê diyar kir di 9 û 10’ê Adarê de qada Gundê Kanîsarkê ya Garê û qada Girê Çarçêl a Metînayê 4 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 10’ê Adarê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û û çeperên berxwedanê yên Sîdayê 19 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.