​​​​​​​Tunis hewl dide têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyeyê re vegerîne

Serokê Tunisê Qeys Seîd ragihand ku welatê wî niyet dike têkiliyên dîplomatîk bi Sûriyeyê re vegerîne. Zêdetirî 10 salan e têkiliyên her du aliyan qut bûne.

​​​​​​​Tunis hewl dide têkiliyên dîplomatîk ên bi Sûriyeyê re vegerîne
11 adar, 2023   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tunisê Qeys Seîd di civîneke li gel wezîrê karên derve yê Tunisê Nebîl Emar de got tu sedem tune ne ku balyozekî Tunisê li Şamê û balyozekê Sûriyeyê li Tunisê nebin.

Seîd diyar kir ku mijara rejîmê li Sûriyeyê tenê girêdayî sûriyeyiyan e, Tunis bi dewleta Sûriyeyê re dide.

Seîd di Sibatê de ragihandibû ku niyeta wî ya geşkirina nûnertiya dîplomasiya Tunisê li Sûriyeyê heye.

Di serdema serokê berê yê Tunisê El Munesef El Merzoqî de têkiliyên Tunis-Sûriyeyê qut bûn. Di 2015′an de Tunisê gaveke ji bo vegerandina têkiliyên dîplomatîk bi rêya erkdarkirina nûnerê konsolxaneyê li gel rejîma Sûriyeyê pêk anî, da ku rewşa tunisiyên li Sûriyeyê bişopîne.

(fr)