Elî Bendawî: Divê artêşa Tirk ji Iraqê bê derxistin

Endamê Lijneya Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê şermezar kirin û got dewleta Tirk li Iraqê dagirker e, divê ji xaka Iraqê bê derxistin.

Elî Bendawî: Divê artêşa Tirk ji Iraqê bê derxistin
11 adar, 2023   08:28
NAVEND NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê dijî sivîlan dewam dikin. Duh jî balafirek keşfê ku tê gotin ya dewleta Tirk a dagirker e, li gundekî Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê ve, erebeyek bombe kir, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Elî Bendawî ji Rojnewsê re axivî.

Elî Bendawî destnîşan kir ku hebûna dewleta Tirk a dagirker li Iraqê, li ser ewlekariya welêt gef e. Bendawî got Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê êrişan lêkolînê dike.

Bendawî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya duh şermezar kir û got: “Tirkiye bi binpêkirina yasayên navnetewî, hertim serweriya xaka Iraqê binpê dike. Me daxwazên xwe radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê kiriye, di daxwazan de armanca me ewe ku civînek ewlekarî ya berfireh li ser êrişên Tirkiyeyê pêkwere. Ji ber ku bêdengî we dike Tirkiye destdirêjiyên xwe zêdetir bike.”

Her wiha Elî Bendawî got: “Hebûna Tirkiyeyê dagirkerî ye û ji bo ewlekariya neteweyî çavkaniya metirsiyê ye. Ji ber ku serweriya xaka Iraqê binpê dike, bi balafir û balafirên bêmirov herêmên welat bombebaran dike. Ji bo vê divê hewldanên me hemû ji bo derxistina vê hêza dagirker a di nava xaka me de be.”