​​​​​​​Li Efganistanê teqîn, kuştî û birîndar hene

Polîsên Efganistanê ragihand ku li herêma Balkh a bakurê welat teqîneke çêbû, di encamê de kesek hate kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Efganistanê teqîn, kuştî û birîndar hene
11 adar, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî polîsên Efganistanê, li herêma Balkh a bakurê Efganistanê teqînek çêbû, di encamê de welatiyek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Di encama teqîna li Mezarî Şerîf a paytexta wîlayeta Balkh a bakurê Efganistanê de beriya çend rojan çêbûye, dîsa gelek welatî hatin kuştin û birîndar bûn. Polîsan ragihandibû ku berpirsên wîlayeta Balkh Dawûd Mezmel hatiye kuştin.

Li gorî tora El Erebiye, çeteyên DAIŞ′ê roja pêncşemê ragihandibû ku wan êriş pêk aniye.

(fr)