Nesrîn Xanim (Helene Krulich) jiyana xwe ji dest da

Helene Krulich (Nesrîn Xanim) ku li gel Dr. Abdurrahman Qasimlo tevlî têkoşîna Kurd bû û pirtûkek bi navê “Li Welatê Kurdan Jinek Ewropî” nivîsandiye, jiyana xwe ji dest da.

Nesrîn Xanim (Helene Krulich) jiyana xwe ji dest da
11 adar, 2023   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nesrîn Xanim di sal 1934’an de li Çekya’yê hatiye dinê. Di destpêka salên 1950’yan de dema li zanîngehê bû, Sekreterê Giştî yê Partî Demokratî Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Dr. Abdurrahman Qasimlo nas kir û zewicîn. Du keçên wê yên bi navê Mîna û Hîwa hene.

Helene Krulich piştî demekê li gel Dr. Abdurrahman Qasimlo derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nava PDK-Î û civakê de bi navê Nesrîn Xanim hat naskirin.

Li dol, newal û çiyayên Rojhilatê Kurdistanê wekî pêşmergeyekê tevgeriya. Têkoşîn û bîranînên xwe jî, di pirtûka bi navê “Li Welatê Kurdan Jinek Ewropî” de weşandin.

Dema ku sala 1989’an Dr. Abdurrahman Qasimlo li Viyanayê ji aliyê îstîxbarata rejîma Îranê ve hat qetilkirin, Nesrîn Xanim li Parîsê bi cîh bû.

Nesrîn Xanim duh di 89 saliya xwe de, li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

ANHA