Rojnameyên erebî: Sûriyeyî rizqê xwe bi xwînê dikirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa qurbaniyên komkirina dobelanan û vegerandina têkiliyên Îran-Siûdiyê kir.

Rojnameyên erebî: Sûriyeyî rizqê xwe bi xwînê dikirin
11 adar, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkidarî êrişên DAIŞ`ê yên li dijî welatiyên li çolistana Sûriyeyê yên ku dobelanan (kime) kom dikin, rojnameya El Exbar a Lubnanê nivîsî: “Ji destpêka mewsima îsal a dobelanan ve, hejmara qurbaniyên dobelanan kom dikin, zêde bûye. Li gorî daneyên ji çavkaniyên cuda hatine bidestxistin, li herêmên cuda yên Sûriyeyê 108 kesan hatine kuştin. Li gorî heman daneyan, 85 qurbanî ku 53 ji wan jin in, 16`ê Sibatê li rojhilatê bajarê Sexne di êrişên DAIŞ`ê de hatine kuştin. Yên mayî jî di teqîna mayinên ji bermahiyên şer de li çolistana Sûriyeyê û rojhilatê çemê Firatê hatine kuştin. Her wiha 35 kes birîndar bûne.

Mihemed Mistefa yê ji xwecihên bajarê Bisêra yê gundewarên Dêrazorê (rojhilatê çemê Firatê) ji rojnameyê re diyar kir ku çekên ferdî yên li gel welatiyên ku dobelanan kom dikin, dikarin wan ji ajalan biparêzin, lê belê li hember êrişên DAIŞ`ê bi kêr nayên.”

‘VEGERANDINA TÊKILIYÊN ÎRAN-SIÛDIYÊ; AGIRBEST AN AŞTIYEKE MAYÎNDE’

Rojnameya El Ereb li ser vegerandina têkiliyên di navbera Îran û Erebisana Siûdî de wiha nivîsand: "Piştî qutbûna dîplomasî ya 7 salan dewam kir, Îran û Erebistana Siûdî duh li ser vegerandina têkiliyan li hev kir. Lê nayê zanîn ka lihevkirin bi rêya navbeynkariya Çînê bû ku dozên nakok werin çareserkirin an jî armanc ji lihevkirinê arambûyînek e, da ku nakokiya di navbera welatan de bi rêya diyaloga yekser were çareserkirin.

Ev yek di demekê de hat ku çavdêrên rêveçûna diyaloga Erebistana Siûdî-Îranê dişopînin, got di lihevkirinê de bendên eşkere yên sînordarkirina çalakiyên baskên Îranê li Rojhilata Navîn nayên danîn.

Çavdêran diyar kir ku yekem testa ji vê lihevkirinê re dosyaya Hûsiyan e, lê milîs bi gelek welatan ve girêdayî ne û ev yek sedema sereke bû ku navbeynkariya Iraqê ya 2 salên borî têk çû.

Siûdî dizanin ku Îran di ragihandinê de munewraya xwesteka xwe ya diyaloga yekser dike, lê di heman demê de di planên xwe yên li dijî ewlehiya herêmê de dewam dike. Ew yek dihêle lihevkirina nû cihê gumanê be, bi taybet xetereya Îranê ne tenê li dijî Hûsiyên li Yemenê ye da ku gefan li ewlehiya Erebistan Siûdî bixwe, lê belê li dijî tevahî herêmê ye, mîna hedegirtina Behreynê, kontrolkirina Iraqê, Sûriye û Lubnanê. Ew herêm jî ji bo Erebistana Siûdî herêmên stratejîk in.

Her wiha çavdêrên rewşa Kendavê dişopînin, hişyarî da ku dê aramiya dîplomadiyê û çapemeniyê bi Erebistana Siûdî re demê bide Îranê da ku di piştgiriya milîsên xwe yên li herêmê û biçekkirina wan de dewam bike û bi wê re li ser pêşerojê xetereyeke mezin çêdike.

Di daxuyaniya Îran, Erebistana Siûdî û Çînê ya piştî dan û standinên neeşkere yên 4 rojan de, hate gotin Tehran û Riyad li ser vegera têkiliyên dîplomatîk, vekirina balyozên xwe û nûnertiyên xwe di nava 2 mehan de, li hev kir. Her wiha hate gotin divê her du alî rêzê ji serweriya dewletan re bigirin û dest di kar û barên hev ên hundirîn wernedin.”

(cx,fr)