Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye

Erdhejê bandor li gelek herêmên Sûriyeyê û avahiyên zanîngehan jî kir. Ji ber ku hikumeta Şamê avahiyan sererast nake, li ser jiyana bi hezaran xwendekar û karmendên li Zanîngeha Helebê metirsî heye.

Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
Jiyana xwendekarên Zanîngeha Helebê di xetereyê de ye
11 adar, 2023   07:22
HELEB

Di encama erdheja 6’ê Sibatê de 3 hezar û 694 welatiyên sûriyeyî jiyana xwe ji dest da, 14 hezar û 814 birîndar bûn û gelek avahî hilweşiyan.

Erdhejê bandoreke giran li Helebê jî kir. Avahiyên fakulteyên Zanîngeha Helebê jî ji ber kevinbûna wan zirar dîtin. Ji ber wê jî xetereyeke mezin li ser jiyana xwendekar û karmendan heye.

Xeterî tenê li ser karmend û xwendekarên bajêr heye, lê li ser xwendekarên ji parêzgehên din jî heye ku li yekîneyên nîştecihî yên zanîngehê bi cih bûne.

Girêdayî mijarê xwendekarekî Zanîngeha Helebê ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: "Piştî erdheja 6′ê Sibatê min dewam kir. Min derzên di avahiyên fakulteyên tib, hemşîretî, wêje, perwerde û aboriyê de dîtin. Ev avahî pir kevin in û ji ber erdhejê zirareke mezin dîtin."

Her wiha helwesta Wezareta Perwerdeyê a hikumeta Şamê şermezar kir û wiha pê de çû: "Rewşeke pir kirêt e û piranî xwendekar nikarin ezmûnên xwe bi awayekî normal pêşkêş bikin. Karmend jî neçar in dewam bikin, da ku mûçeyên wan qut nebin. Rewşa derûnî ya xwendekaran pir xirab e û ger ezmûnên xwe yên vê werzê pêşkêş nekin, tu gotin ji wan re nayên kirin. Hemû fakulte derizîne û piranî jî xetereyekê li ser jiyana wan çêdikin. Karmend ji ber siyaseta hikumeta Şamê ya ferzkirina ceza û qutkirina mûçeyên wan metirsîdar in."

Heman xwendekarî got: "Piranî avahiyên zanîngehê bi kêrî rûniştinê nayên û rewşa wan pir xirab e. Xwendkarên ji parêzgehên din nikarin werin Helebê ku di vê rewşê de ezmûnên xwe pêşkêş bikin. Ger hatin Helebê jî wê demê gef li ser jiyana wan heye."

(fr)

ANHA