Pirsgirêkên jinan û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin

Azarên jinan di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de û rêbazên çareserkirinê di panelekê de hatin nîqaşkirin.

Pirsgirêkên jinan û rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin
11 adar, 2023   13:36
HELEB

Nivîsgeha Jinan a MSDʹê panelek li ser azarên jinan di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de li dar xist. Nûnerên jin ên partiyên siyasî û rêxistin û tevgerên jin û xwendekarên zanîngehan beşdarî panelê bûn. Panel li hola civînan a MSD`ê ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin.

Ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyan a MSDʹê ya Helebê Zeyneb Qenber bi xêrhatina beşdaran kir û qala girîngiya Roja Jinan a Cîhanê kir.

Endama Nivîsgeha Jinan a MSDʹê ya Helebê Sara Xelîl behsa azar û pirsgirêkên jinan di aloziya Sûriyeyê de kir û got: "Eger em li rewşa Sûriyeye ya ji destpêka aloziyê û vir ve binêrin em ê bibînin ku pirsgirêka jinan û azarên wan bi girîngî tê nîqaşkirin."

Sara Xelîl diyar kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêka jinan û bidawîbûna bandorên wê yên civakî, aborî, siyasî û dirûnî tu çareseriyeke  siyasî pêk nayê. Sara Xelîl anî ziman ku aloziya Sûriyeyê herî zêde bandor li jinan kir.

Beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Endama Komîteya Têkiliyan a PYDʹê Jiyan Berkel got: "Em hemû pirsgirêkên jinan wekî berdan, bêpar hiştina wan ji mafên mîratê û perwerdeyê û zewicandina bi zorê dizanin.  Çareseriya van pirsgirêkan di îdeolojiyeke nû ya alternatîfa desthilata baviksalarî de ye, an ku di îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk û sîstema hevserokatiyê de ye."

Mamoste Şînma Xelo jî diyar kir ku ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bi taybet jinên Kurd ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê koçberkirinê azar kişand. Şînma Xelo anî ziman ku divê jinx we perwerde bike û li hemberî zehmetiyan bisekini.

Panel bi nîqaşên li ser pirsgirêkên jinan bi dawî bû.

(bb)

ANHA