​​​​​​​Hevsera Ebdurehman Qasimlo wefat kir

Hevsera Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich di 89 saliya xwe de koça dawîn kir.

​​​​​​​Hevsera Ebdurehman Qasimlo wefat kir
11 adar, 2023   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevjîna sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo, Helen Krulich duh li Parîsê koça dawîn kir.

Helen Krulich li paytexta Fransayê Parîsê dijiya û 89 salî bû.

Dr. Ebdurehman Qasimlo di 13’ê Tîrmeha 1989’an de li Viyanayê ya paytexta Awisturyayê hatibû şehîdkirin.