Dermanên nexweşiya jehrîbûna xwînê tên belavkirin

Nexweşiya jehrîbûna xwînê di nava sewalan de belav bûye. Gerînendeya Sewalvaniyê dermanan bê pere belav dike.

Dermanên nexweşiya jehrîbûna xwînê tên belavkirin
11 adar, 2023   06:31
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Nexweşiya jehrîbûna xwînê, ji ber encama bakteriya ‘entrotoksemia’ çêdibe. Jehrîbûna xwînê yek ji nexweşiyên herî xeternak e ku di nava sewalan de belav dibe û dibe sedema mirarbûna wan.

Ev nexweşî li pez, çêlek, hesp û cureyên din dixe û di encamê de ziyaneke mezin digihîne xwediyên sewalan.

NÎŞANEYÊN NEXWEŞIYA JEHRÎBÛNA XWÎNÊ

Hin nîşaneyên vê nexweşiyê hene ku sewalkar dikarin tespît bikin, wekî; bilindbûna herareta laşê sewalan, kêmxwarin, zikêşiya xwînê ya sivik, werimîna zik û xwîn avêtin.

Beytar Heval Yûsif anî ziman ku pêwîstiya sewalan bi bernameyeke xwarinê, nemaze di dema guhertina êm de heye û dermankirina wan her şeş mehan carekê ye. Yûsif diyar kir ku nexweşiya jehrîbûna xwînê li berxên heta 15 rojî û pezên jorî yek saliyê dide.

Yûsif da zanîn ku ev nexweşî giran e û dermankirin bê fêde ye û got divê sewalkar li gorî bernameyeke parastina ji vê nexweşiyê tev bigerin û derziyan nedin berxikên kêmî 15 rojiyê.

HIŞKESALÎ SEDEMEK E

Yûsif destnîşan kir ku hişkesaliya ku li herêmê, bandoreke mezin li sewalan kir û nexweşî di nava wan de belav kir.

Ji bo rêgirtina li ber vê nexweşiyê Gerînendetiya Berhemên Sewaldariyê ya Desteya Çandinî û Avdanê derzî li komîteiyên xwe yên li tevahî bajar û navçeyan belav kirin da ku bê pere pêşkêşî xwediyên sewalan bikin.

(bb)

ANHA