​​​​​​​Mercên zehmet li pêşiya xwendekrên Efrîn û Şehbayê nabin asteng

Tevî mercên zehmet ên ku ji ber felaketa erdhejê derketine, xwendekarên kantona Efrîn û Şehbayê bi israr in ku perwerdeyê xwe temam bikin.

​​​​​​​Mercên zehmet li pêşiya xwendekrên Efrîn û Şehbayê nabin asteng
11 adar, 2023   03:32
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Di encama erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da û bandor li Sûriyeyê jî kir de, li Şehbayê ziyan gihişt hin dibistanan.

Li gorî tespîtên endazyaran, Dibistana Şehîd Egîd a seretayî, navîn û amadehî ya li navçeya Ehdasê û Dibistana Şehîd Kendal a seretayî û navîn a li gundê Til Qirah qelişîn û ji xizmetê derketine.

Bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê li hewşên dibistanên Şehîd Egîd û Şehîd Kendal 55 kon vedane û di bin van konan de perwerdeyê didin.

Rêvebera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê Irûba Xelîl got: "Silametiya xwendekaran me eleqedar dike. Ji ber vê yekê me kon vedane da ku xwendekar perwerdeya xwe tê de dewam bikin, heta ku du her du dibistan werin sererastkirin."

Irûba Xelîl diyar kir ku di havînê de wê pileya germaniyê bandorê li xwendekaran bike, ambargoya ku li ser Şehbayê hatiye ferzkirin û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker jî wê bandorê bikin û got: "Lê malbatên xwendekaran israr kirin ku ruxmê mercên nebaş perwerde li konan were domandin. Ev yek cihê rêzdarî û hirmetê ye."

Irbûna Xelîl anî ziman ku ew hewl didin bi zêdekirina waneyên bêhnvedanê wekî spor û mûzîkê zextê li ser xwendekaran kêm bikin.

Xwendekarê bi navê Îbrahîm Ehmed da zanîn ku di havînê de wê mercên perwerdeyê di bin konan de zehmet bin û wiha domand: "Lê ev  yek li pêşiya domandina perwerdeyê nabin asteng, ji ber ku armanca me avakirina civakeke pêşketî ye."

Ehmd destnîşan kir ku ambargoya li ser Şehbayê û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û mercên zemet ên koçberiyê azarê xwendekaran zêdetir dikin.

(bb)

ANHA