Dewleta Tirk a dagirker li Çemçemalê li erebeyekê xist- HATE NÛKIRIN

Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî navçeya Qerehencîr ya li sînorê bajarokê Çemçemal erebeyek bombebaran kir. Li gorî agahiyan, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker li Çemçemalê li erebeyekê xist- HATE NÛKIRIN
10 adar, 2023   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsʹê, balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li nêzîkî navçeya Qerehencîr a sînorê bajarokê Çemçemal a Silêmaniyê erebeyek bombebaran kir.

Qeymeqamê bajarokê Çemçemal Remik Remezan ji Rojnews’ê re ragihand ku li gorî agahiyên bi destê wan ketine di encama êrişê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.