​​​​​​​Kongreya 4ʹemîn a Yekitiya Dermansazan hat lidarxistin

Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya 4ʹemîn li bajarê Hesekê dar xist.

10 adar, 2023   14:56
HESEKÊ

Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi hişmenediya tendurist civakeke tendurist û saxlem ava dibe" kongreya xwe ya 4ʹemîn li seyrangeha Marbêla ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan dermansaz û hevserokên TEV-DEMʹê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso beşdarî kongreyê bûn.

Di kongreyê de Xerîb Hiso rewşa siyasî nirxand, bal kişand ser aloziya Sûriyeyê û got: "Zêdetirî 13 sal in aloziya Sûriyeyê dewam dike, di vê aloziyê de nasnameya sûrî ji hev ket. Me tu alî nedî ku hewl dide vê nasnameya dîsa geş bike. Ji ber vê yekê lêgerîna li çareseriyê pêwîst dike û divê çareserî di hundirê Sûriyeyê de be. Ji ber ku hemû aliyên derve li gorî berjewendiyên xwe tev digerin."

Şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fîras Cuma jî got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî zêde bi sîstema global re bandor bû, ji ber ku em beşek ji Sûriye û cîhanê ne."

Cuma anî ziman ku wekî qada tenduristiyê  ji ber krîzên wekî belavbûna korona û kolerayê salên zehmet derbas kirin, lê bi kedeke mezin karibûn herêmê ji van krîzan xilas bikin.

Fîras Cuma bi domdarî got: "Armanca me ew e ku sîstemeke me ya giştî ya tnduristî hebe ku li tevahî cîhanê pêk were û ji bo sala bê em baş amade bin. Ji me tê xwestin ku çavdêriya tenduristiyê pêş bixin û gendeliya di qada tenduristiyê de tune bikin."

Piştre Hevserokê Yekitiya Dermansazan a bajarê Reqayê Cîhad Hec Mihemed rapora du salên dawî yên xebatên yekitiyê xwend. Endama Yekitiya Dermansazan Ebîr Hesaf jî rêziknameya yekitiyê xwend. Beşdaran jî der barê de nêrînên xwe anîn ziman û li  gorî nêrîn û pêşniyaran hin bend hatin guhertin.

Di dawiyê de  hilbijartin pêk hatin. Ebduselam Mehmûd û Xaliya Omer bûn hevserokên nû yên Yekitiya Dermansazên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Cîhad Omer bû cîgirê hevserokatiya yekitiyê.

(bb)

ANHA