Îran û Erebistana Siûdî li ser têkiliyên dîplomatîk li hev kirin

Li gorî malpera Tesnîmî ya dewleta Îranê ragihandî piştî demek dirêj wê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ji nû ve dest pê bikin ku biryare li pey vê lihevkirinê pirsgirêkên navbera her du aliyan de dawî lê were.

Îran û Erebistana Siûdî li ser têkiliyên dîplomatîk li hev kirin
10 adar, 2023   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Tesnîmî ya dewleta Îranê daxuyaniyek hevpar a ji aliyê her du welatên Îran û Erebistana Siudî ve hatî dayîn belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Riyad û Tehranê li ser ji nû ve destpêkirina dan û standinên dîplomatîk ên navbera her du aliyan de li hev kirine ku ji sala 2016’an ve ev têkilî qut bûn.

Her wiha di ajansa nûçeyan a ÎRNA’yê de, wiha hate ragihandin: “Piştî muzakereyan Komara Îslamê ya Îranê û Qraliyeta Erebistana Siûdî li hev kirine ku herî zêde di nava pêvajoyek a du mehan de têkiliyên dîplomatîk ji nû ve werin destpêkirin û balyozxaneyên her du welatan ji nû ve werin vekirin.”