​​​​​​​Li Çemçoyê leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG'ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker duh êrişî çeperên berxwedanê yên li Çemçoyê kiriye û di bersiva gerîla de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

​​​​​​​Li Çemçoyê leşkerekî Tirk hate kuştin
10 adar, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:

"Li herêma Zapê;

9'ê Adarê saet di 06:30'î de dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, bi droneyên bombebarkirî êriş li ser hêzên me hate kirin.

9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, Girê Amediyê, Girê Bahar û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9'ê Adarê li Qada Girê Ortê ya Metîna û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."