Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da.

Malbatan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
10 adar, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan ê birayê rêber Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Malbatan her wiha serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bê bersiv tên hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.