​​​​​​​SOHR: Ji serê salê ve li herêmên hikumeta Şamê 50 kes hatin kuştin

SOHR′ê da zanîn ku ji destpêka îsal ve li herêmên hikumeta Şamê 48 sûcên qetilkirinê çêbûn û di encamê de 50 kes hatin kuştin.

​​​​​​​SOHR: Ji serê salê ve li herêmên hikumeta Şamê 50 kes hatin kuştin
10 adar, 2023   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên hikumeta Şamê li gel tevliheviya heyî, sûc zêde dibin. Sûcên tundiya navmalî, dizî û yên bi sedemên nediyar herî zêde ne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li herêmên hikumeta Şamê ji destpêka îsal ve 48 sûcên qetilkirin çêbûn, di encamê de 50 kes hatin kuştin û ji wan 13 jin, 31 mêr û 6 zarok in. Sûc herî zêde li Siwêdayê û gundewarên Şamê pêk hatin.

Ruxmî îdiayên hikumeta Şamê ku herêmên wê ewle ne, lê daneyên heyî berovajî wan in.

Çavdêran da zanîn ku hikumeta Şamê bi rêya bacên li bendên ewlehiyê yên li ser rêyan ferz dikin û xwestina bertîlên eşkere ji aliyê rayedarên hikumetê ve, derfetan ji bo gendelî û sûcan çêdike.

(fr)