​​​​​​​Amadekariyên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kirin

Komîna Şanoyê bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk amadekariyên lidarxistina Mîhrîcnaa Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê Şeşemîn dikin.

​​​​​​​Amadekariyên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dest pê kirin
10 adar, 2023   00:34
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 6`emîn dê bi dirûşma “Şano mozaîka gelan nîşan dide” di 27`ê Adarê de li Qamişloyê bê lidarxistin.

Mîhrîcan her sal ji bo birînanîna şanogerê Kurd şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) tê lidarxistin. Şehîd Yekta di 24`ê Adara 2004`an (Roja Şanoyê ya Cîhanê) de li Qada Seedullah El Cabirî ya Helebê piştî ku şanoyek pêşkêş kir, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û li hember siyasetên hikumeta Şamê yên dijî Kurdan, çalakiyeke fedaî kir.

ÎSAL KOMÊN JI DERVEYÎ ROJAVA JÎ BEŞDAR DIBIN

Di 5 salên berê yên mîhrîcanê de komên şanoyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê beşdar dibûn, lê îsal rêya beşdarbûnê li pêşiya komên şanoyê yên bi zimanên erebî û kurdî û yên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî vekiriye.

Wek amadekariyên mîhrîcanê, heta 15`ê Çileyê senaryoyên tîmên beşdar hatibûn wergirtin, piştre ji aliyê komîteya xwendinê ve hatin nirxandin. Amadekarî bi nirxandina şanoyan ji aliyê komîteya temaşekirinê ve dewam dike.

Hejmara rojên mîhrîcanê dê li gorî hejmara lîstikan were diyarkirin. Dê her roj şanoyek bê pêşkêşkirin, piştre dê çavdêr û rexnegir der barê wan şanoyan de nêrînên xwe parve bikin. Di roja dawîn a mîhrîcanê de jî, dê tenê şanoyek ji aliyê Komîteya Biryardayînê ve were hilbijartin.

KOMÎTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ

Piştî lidarxistina civîna Komîna Şanoyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyên çavdêriya mîhrîcanê ava kirin; komîteya amadekar, komîteya temaşekirinê û komîteya biryardayînê.

Têkildarî mijarê, endamê Komîna Şanoyê ya Herêma Cizîrê Ednan Mistefa diyar kir ku mîhrîcan sala borî ji ber pandemiya Koronayê, şert û mercên siyasî û êrişan nehat lidarxistin.

Ednan Mistefa li ser mîhrîcanê got: “Armanc hişyarkirin û perwerdekirina gel, balkişandina ser pirsgirêkên civakî yên li herêmê ye. Şano di gihandina dengê şoreşê de, gihandina peyaman ji bo gel û pêşniyarkirina çareseriyan ji bo pirsgirêkan, bi roleke girîng radibe.”

(cx)

ANHA