Gelo dê ‘Desteya Lihevanînê’ di aştiya li Yemenê de bi ser bikeve?

Hêzên li Yemenê şer dikin, li çareyeke nû ya dûrî rageşiya leşkerî digerin. Zêdetirî 8 salan e li welêt şer dewam dike.

Gelo dê ‘Desteya Lihevanînê’ di aştiya li Yemenê de bi ser bikeve?
10 adar, 2023   03:31
QAHÎRE - MUHSIN EL MESRÎ

Desteya Şêwirê û Lihevanînê di çend rojên borî de belgeyek di çarçoveya giştî ya nêrîna siyasî ya xebata aştiya giştî de di navbera hêz û pêkhateyên siyasî yên li Yemenê de pêşkêş kir.

Ev yek piştî wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî got divê şerê li Yemenê bi rêya dan û standinê bi dawî bibe, pêk hat.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd di dawiya Çileyê de ragihand ku pêdiviya welatê wî bi dîtina rêbazeke jinûve vegera agirbestê li Yemenê heye.

Erebistana Siûdî di 26′ê Adara 2015′an de destpêkirina operasyoneke leşkerî li Yemenê bi navê Bagera Hezim li dijî koma Ensarullah El Hûsî yên bi hevkariya koalîsyona leşkerî ya ji 9 dewletên Ereban ragihand.

Lê ji ber meyla nû ya Siûdiyê Desteya Şêwir û Lihevanînê ya Yemenê di 6′ê Adarê de biryar da ku belgeyeke giştî ya xebata aştiyê û lihevanîna di navbera hêz û pêkhateyên siyasî yên rewa de pêşkêş bike.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Yemenê, serokê desteyê got ev têkilî di çarçoveya lêkolîna rêbazên hevkariya bi desteka aştiya giştî de tên kirin.

Çavdêran jî got ev ne gava yekemîn a di çarçoveya yekkirina hêzên di bin navê lîwa şerî de, li gel nakokiyên mezin ên di navbera aliyên wê de ye.

TUNEBÛNA NÊRÎNAN

Li ser vê yekê lêkolînerê yemenî û gerînendeyê ‘Rêxistina Destpêkê Yemen’ Ebdulkerîm El Ensî beriya gava vê desteyê, gelek hewl, destwerdan û zextên herêmî û navneteweyî ji bo yekkirina ′Hêzên Şerî (rewa)′ li Yemenê çêbûn. Ji ber ku di navbera wan hêzan de nakokiyên mezin çêbûn û rojane zêdetir dibin.

El Ensî ji ajansa me re got: "Di navbera Hêzên Şerî de gendeliyeke mezin heye û tu nêrîneke rasteqîn têkildarî çareserkirina krîzê tune ye. Ji ber ku gelek aliyên derve van hêzan fînanse dikin."

El Ensî diyar kir ku yek ji sedemên krîzê hebûna nakokiya îdeolojîk a di navbera ′aliyên şerî′ û nakokiyên di navbera pêkhateyên wan de ye, mîna Îxwan, kom û şepêlên din.

El Enîs da zanîn ku pêdiviya xebata aştiya li Yemenê bi aliyekî resen mîna tevgera Ensarullah heye, ji ber ku ew alî xwedî çareseriya aştiyê ye.

GAVEKE DERENGMAYÎ

Li ser mijarê jî, serokê Meclisa Kendavê ya Lêkolînan Dr. Şerîf Ebdulhemîd ji ajansa me re got: "Desteya Şêwir û Lihevanînê ya Yemenê civîn ji komîteyên xwe re li paytexta demkî Edenê li dar xist, da ku çarçoveyeke giştî ya nêrîna siyasî ji xebata siyasî ya giştî re deyne. Ev yek ji 2015′an ve pêşdeçûneke pir girîng di çarçoveya çareserkirina krîzê de ye."

Ebdulhemîd wiha domand: "Dibe ku ev pêşdeçûn xebatekê li ser nêzîkbûnên siyasî di navbera Hêzên Şerî de bibîne, da ku hêz û pêkhateyên nîştimanî bike yek. Her wiha rewşên xebateke guncaw ji bo şerê navxweyî amade bike. Rola saziyên dewletê aktîf bike û çareseriyeke giştî li welat pêk bîne."

Li gorî Ebdulhemîd civînên Desteya Şêwirê gaveke baş in, lê pir dereng mane, bi taybet li gel nakokiya di navbera pêkhateyên nîştimanî de ku ji çend mehan ve dewam dikin. Lê erka bingehîn a desteyê yekkirin û komkirina hêzên nîştimanî ye, da ku hewldanên Meclisa Serokatiyê geş bike û rewşên guncaw ji agirbestê re amade bike.

(fr)

ANHA