​​​​​​​Heyva Sor a Kurd projeyên nû xistiye nav plansaziya xwe

Heyva Sor a Kurd plan dike ku projeyên xizmetguzarî û tenduristiyê li kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên dorpêçkirî pêk bîne; bi armanca ku barê welatiyan nexasim piştî erdhejê, sivik bike.

​​​​​​​Heyva Sor a Kurd projeyên nû xistiye nav plansaziya xwe
9 adar, 2023   23:42
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Bi qewimîna erdhejê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re ku gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pê bandor bibûn, Heyva Sor a Kurd ji bo pêşkêşkirina alîkariyê ji mexdûrên xesardîtî re dest bi xebatan kir.

Ekîbên bijîşkî yên Heyva Sor a Kurd piştî astengkirina wan li ser rêbendên kontrolê yên hêzên hikûmeta Şamê yên li derdora herdu taxan û deriyê Tayhe yê Minbicê ji bo zêdetirî hefteyekê, gihîştin kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê.

Piştî wê, ekîbên heyvê dest bi belavkirina derman û xwarinê, her wiha pereyan li malbatên xesardîtî kir.

Şêwirmenda hevseroketiya Heyva Sor a Kurd Sozdar Ehmed ji ajansa me re behsa projeyên xizmetguzarî û tenduristiyê yên di plansaziya wan de kir ku dê li kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye pêk bîne.

Sozdar wiha axivî: "Di vê rewşa xerab de û hemwextî dorpêça hikûmeta Şamê û bêdengiya rêxistinên navneteweyî, me alîkarî gihand koçberên kantona Efrînê ya dagirkirî û niştecihên kantona Şehbayê."

Sozdar destnîşan kir ku di aliyê derbaskirina derman û pêdiviyên bijîşkî de gelek zehmetî derketin pêşiya wan ku hêzên hikûmeta Şamê bi çavdêriya Rûsyayê nedihiştin alîkariyên tenduristiyê bigihêjin koçberan di dema wê ya pêwîst de.

Sozdar wiha domand: "Serî pêşîn em dê torên kanalîzasyonê ava bikin, cihên taybet ji bo çekirina çopê û gemarê diyar bikin ji bo ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan di nava şêniyan de bigirin. Em dê nivîsgehan li kantona Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye nivîsgehên xizmetguzarî û tenduristî vekin. Her wiha dê navendeke destwerdana lezgîn li her du taxan bi ambulansekê, saziyên tenduristiyê û tîmeke bijşîkî amade bikin."

Sozdar ev li gotinên xwe zêde kir: “Em dê piştgiriya qada xizmetguzariyê bikin, ji navendên tenduristiyê û yên Heyva Sor re yên li Şehba û Şêxmeqsûdê amûr û derman peyda bikin. Dê ji gelek nexweşxaneyan re derman peyda bikin. korîdoreke mirovî di navbera Heleb û Şehbayê de vekin, ji bo ku derman û amûrên tenduristiyê, tîmeke bijşîkan derbasî herêmê bikin. Bi taybet ji bo nexweşiyan jinan.”

Sozdar diyar kir ku pêwîstiyan kantona Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi bijîşkên herêmê heye, çi yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi jî yên li Ewropayê û got: “Gelek pêwîst e ku berpirs bin û vegerin welêt yan jî xwe bigihînin herêmê û kampên koçberan. Divê rêxistin alîkariya pêwîst ji şêniyên herêman re pêşkêş bikin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikûmeta Şamê ji 5 salan ve dorpêçeke tengav li ser kantona Şehbayê dimeşîne û ji nêzî 5 mehan ve ev dorpêç girantir kiriye û heta niha tevî bûyerên vê dawiyê rû daye, dorpêç berdewam e.

(mh/şx)

ANHA