​​​​​​​Hesen Elî siyasetên Enqere û Şamê nirxandin

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de û çawa karesata erdhejê bi kar tînin nirxand û got “Erdhej firsendek bû ji bo gelan da ku rastiya hikumetan nas bikin ku tenê xizmeta xwe dikin.”

​​​​​​​Hesen Elî siyasetên Enqere û Şamê nirxandin
9 adar, 2023   01:52
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê piştî erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê çêbûye û bandor li Sûriyeyê kiriye, nirxand.

Tevî erdhejê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandin. Li şûna ku alîkariya mexdûran bike, bi balafirên xwe yên bêmirov herêm kir hedef û xelkê mexdûr neçar kir ku koçber bibin.

`LI HEMBER KARESATÊ BÊ TEDBÎR Û BÊ PLANSAZÎ NE`

Hesen Elî erdheja ku rû daye, bi “karesateke mirovî û şikestin” wesifand û got: “LI Tirkiyeyê tu amadekarî tune bûn ji bo ku alîkariyê bidin şêniyan. Dewlet ji mîna vê erdhejê re ne amade bû. Ji ber ku herî zêde girîngiyê dide şer û qada leşkerî ji ber wê li hember karesatê bê tedbîr û bê plansazî ne.”

Elî destnîşan kir ku Tirkiye hemû derfetên xwe yên aborî xistiye xizmeta şerê qirkirina gelan û tevgera rizgariya Kurdistanê.

Her wiha Elî wiha anî ziman: “Gelek dewletan alîkarî ji Tirkiyeyê re pêşkêş kirin. Lê ew negihaştin mexdûran. Karesat hemû gelan kir ye. Tirkiye cudebûnek mezin çêkir di navbera gelan de. Li Cindirêsê alîkarî negihaşt niştecihan. Berovajî wê, alîkarî ji bo xizmeta xwe bi kar anîn.”

‘TENÊ ARMANCEKE WAN HEYE; ÇAWA KURDAN Û GELÊN DIN QIR BIKIN’

Têkildarî nêzîkatiyên Tirkiye û êrişên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ruxmî erdhejê Elî got: “Tevî erdhejê, Tirkiye êrişên xwe ranewestandin. Ev tê wê wateyê ku heta ku şênî di bin enqazan de bimînin, ji bo vê dewletê ne girîng e. Ji ber ku armanceke wê ya yekane heye ku çawa gelê Kurd û gelên din qir bike. Planên xwe yên dagirkirinê li Rojhilata Navîn bi taybet li Sûriye û Iraqê firehtir bike.”

GENDELIYA HIKUMETÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Elî îşaret pê kir ku erdhejê rastiya hikumeta AKP`ê eşkere kir û wiha domand: “Ev hikumeta ku dibêje gelek xebat ji gel re pêşkêş kiriye, me gelek dîmen dîtin ku rewşa trajedîk a gel û çawa kon li cem wan tune ye, eşkere dikin.”

Elî wiha pê de çû: “Di erdhejê de gendeliyeke mezin çêbû. Dewlet tu avahî li gorî pîvanên pêwîst ava nekirine. Nexasim li herêmên erdhej lê zêde ne. Avahiyên endezyaran ku li gorî erdhejê ava bûne, tiştek pê nehatin. Tenê malên welatiyan bi erdê re dûz bûn. Her wiha derfetên madî ji dewletê re hatine pêşkêşkirin, hatin bikaranîn. Bi vê siyasetê dixwazin guhertina demgorafiyê pêk bînin.”

‘ME DERÎ LI PÊŞIYA ALÎKARIYÊ VEKIR’

Elî da zanîn ku MSD`ê ji roja yekemîn a erdhejê ve, got erdhej karesateke mirovî ye û nabe di aliyê siyasî de bê bikaranîn ji ber wê deriyên bi herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û herêmên hikumeta Şamê hatin vekirin û teqezî bi pêwîstiya gihandina alîkariyan destnîşan kir.

Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Xweser derfetên mezin peyda kirin, lê dewleta Tirk a dagirker nehişt alîkarî bi rêya deriyê Um Cilûd derbas bibin. Rejîm li ser alîkariyan bazar kir beyî ku bi gel bifikire.”

‘NIKARIN TIŞTEKÎ JI GEL RE PÊŞKÊŞ BIKIN’

Der barê însiyatîfan de Elî got: “Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi rêya HDP`ê gelek însiyatîf hebûn. Her wiha li Sûriyeyê jî wisa bû. Ev însiyatîf rûyê pergalan eşkere kir ku nikarin tiştekî ji gel re pêşkêş bikin. Tenê xwîna gelan dimêjin û li ser qûta wan dijîn.”

‘TU RÊGEZÊN EXLAQÎ Û MIROVÎ LI BA WAN TUNE NE’

Elî diyar kir ku zihniyeta dewleta Tirk li ser qirkirinê ava bûye û dîroka wê bi komkujiyan dagirtî ye û wiha anî ziman: “Tu rêgezên exlaqî û mirovî li ba vê dewletê tune ye. Hemû serhildanên kurdî bi siyaseta qirkirinê çewisandin.”

‘KURD Û GELÊN DIN MAFÊN XWE, JIYANEKE AŞTIYANE Û DEMOKRATÎK DIXWAZIN’

Her wiha endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku gelê Kurd û gelên din dixwazin ku mafên xwe, jiyaneke aştiyane û demokratîk bi dest bixin. Gelo Tirkiye çi dike? Çekên kîmyawî yên qedexekirî bi kar tîne. Tu eleqeya wê bi mirovahiyê ve tune ye. Qanûnên şer jî nizane. Bi jehrê mirov dikuje. Bi bombeyên nepalmê dişewtîne. Ev dewleta qirker û dagirker e. Li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne.”

RAWESTANDINA OPERASYONÊN GERÎLA Û QSD’Ê

Elî balkişand ser helwesta gerîla û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî erdhejê û got: “Ji ber ku karesateke mirovî ye û nabe bê bikaranîn, gerîla operasyonên xwe rawestandin. He wiha operasyonên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiyan. Tenê Tirkiye li ser kuştinê bi israr e.”

86 CARAN TOPBARAN KIRIN

Li gorî raporên lêkolînên lêgerînê ku gihaştine ber destê me ji 6`ê Sibatê ve dewleta Tirk a dagirker 86 caran bi balafirên bê mirov û çekên cuda êriş pêk anîne. Tevî ku bi deh hezaran kes di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan xisar lê bûn. 150 hezar mal û 7 hezar avahî, bi erdê re dûz bûn. Şênî di bin kavilan de man beyî ku kesek alîkariya wan bike. Niha wan derdixin, gelo hovîtiyek ji vê zêdetir maye?  Ma ew berber û dîktator in!

‘REJÎMA SÛRIYEYÊ LI SER ALÎKARIYAN BAZAR KIR’

Têkildarî siyasetên hikumeta Şamê li hember gihandina alîkariyan ji mexdûran re, Elî got: “Erdhej ji bo gelan firsendek bû ku hikumetên xwe nas bikin ku tenê xizmeta berjewendiyên xwe dikin. Rêveberiya Xweser li ser bingeheke mirovî xwest alîkariyan bişîne Şehba û Şêxmeqsûdê, lê rejîma Sûriyeyê li ser van alîkariyan bazar kir. Tenê piştî ku rêjeyeke mezin a alîkariyan bi dest xist, hişt alîkarî derbas bibin. Ev îsbat dike ku tu eleqeya van pergalan bi mirovahiyê ve nîn e.”

‘DIVÊ MEKANÎZMAYEK JI BO BELAVKIRINA ALÎKARIYAN BÊ DÎTIN’

Der barê rêbazên danûstandina hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker ku alîkarî bi dest xistin û li mexdûran belav nekirin, Elî wiha axivî: “Divê mekanîzmeyek bê dîtin ji bo ku çavdêriya belavkirina alîkariyan bê kirin. Di gelek raporan de tê destnîşankirin ku alîkarî nagihêjin mexdûrên erdhejê.”

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Elî bang kir ku alternatîf ji bo belavkirina alîkariya li Sûriye û Tirkiyeyê bê dîtin piştî ku hikumetên her du dewletan, nekarî alîkarî bigihînin mexdûran û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Divê fişar li ser her duyan bê kirin ji bo alîkariyan li mexdûran werin belavkirin. Divê ceza jî li wan bê ferzkirin, heke alîkarî bi rêbazeke neguncew belav nekin. Ji ber ku divê ev mijara mirovî di aliyê siyasî de neyê bikaranîn.”

(şx)

ANHA