Jinwar veguherî akademiyê

Jinwar ji warê jinan zêdetir bûye wekî akademiyekê. Nûbûn li wir şîn dibe û şaxên xwe berdide nava civakê.

Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
Jinwar veguherî akademiyê
9 adar, 2023   00:37
HESEKÊ - CÎHAN BÎLGÎN-HÊLÎN EYLÛL

Gundê Jinwar anku warê jinan yek ji destkeftiyên encama têkoşîna jinan e. Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ye. Xebata avakirina wê di zivistana 2016’an de bi nîqaş, hevdîtînên li gel sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Gava duyemîn ji aliyê Komîteya Aborî ya Jinan ve hat avetin ku erdê gund diyarî jinan kir. Li ser bingeha xweserî, xwenûkirin û xwebirêxistinkirinê di 10`ê Adara 2017’an de kevirê destpêkê yê gund hate danîn. Avahîsaziya gund li ser armanca çandî û ekolojîk çêbû ku 30 xaniyên bi heriyê hatin avakirin. Sembola gund giyayê hermel e ku nîşaneya bereketê ye. Li her maleke gund giyayê hermel û wêneyên xwedawendan hatine daliqandin.

NAVENDÊN XEBATÊN SEREKE

20 malbatên Kurd, Ereb ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gund dijîn. Çandinî, çêkirina nan û dermanên xwezayî hin karên sereke yên li gund in. Ji bo wê jî li Jinwarê Akademiya Jinwar, Dibistana Dayika Ûweyş, Firina Aşnan, Dikana Xwişka Me, Şifa Jin, Xana Lawiran wek navendên xebatên sereke hatine sazkirin.

Birêxistinkirina gund li ser meclisê çêdibe. Her mehê du caran jinên gund li malekê dicivin û rewşên siyasî, çandî, mêvan, dîplomasî, zarok û pirsgirêkên heyî nîqaş dikin. Ewlehiya gund jî ji aliyê jinan ve bi nobedarî tê girtin. Derdora gund ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî gelek caran hatiye topbarankirin. Dem bi dem li ser gund balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî digerin. Li dijî van êrişan jinên li gund tedbîrên xwe jî girtine.

DESTPÊKÊ XWE, PAŞÊ CIVAKÊ PERWERDE DIKIN

Li vî gundî armanca esasî perwerdekirina jinan e, paşê perwerdekirina civakê ye. Li vir ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ya azadiya jinan, civaka demokratîk û ekolojîk jin perwerdeya xwe li Akademiya Jinwarê de dîbinin. Rojê 2 saet perwerdeya birdozî tê dayîn, carinan jî li ser mijarên anatomî, zanista jinan, xwebûn, pirsgirêkên civakê, dîroka jinan û jineolojiyê semîner têne dayîn. Ev akademî wekî mûzexane jî tê bikaranîn ku xeml û xweşikiyên dîrokî tê de têne parastin. Di akademiyê de berhemên jinan ên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, jinên şoreşger hatine xêzkirin û tiştên bi destan çêkirine cih digire. Wekî din di nava malan de jin di navbera xwe de axaftin, xwendin û nivîsandina zimanên Kurdî û Erebî fêr dibin û fêr dikin.

Ji bo perwerdeya zarokan li gund Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku navê dayika Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye dayîn, heye. Mamosteyên jin ên endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Rojava (KPC) perwerdeya zarokan bi zimanên erebî û kurdî didin. Ji bo dibistana navîn jî zarok diçin Dirbesiyê. Zarok li vir fêrî folklorê jî dibin.

TENDURISTIYA XWEZAYÎ

Li vî gundî girîngiyeke mezin ji tiba xwezayî re tê dayîn û tê esasgirtin. Li ser vê jî nexweşxaneyek bi navê Şîfa Jin hatiye avakirin ku nexweş bi dermanên ji giya hatine çêkirin têne dermankirin. Ji bo dermanan li baxçeyê Jinwarê gihayên gezgezok, mendik, hêro û sabar hatine çandin. Jinên gund jî li ser van cureyên giyayan, feydeyên wan, zuhakirin û çêkirina zeyta wan perwerdeyê dibînin. Gelek kesên derveyî gund jî têne nexweşxaneyê, xwe derman dikin û dermanan dikirin. Ji bo tenduristiya laş li gund hewzeke mezin heye ku hem ji bo avjêniyê hem jî avdana daristanê hatiye çêkirin ku ji her kesî re vekirî ye. Girîngiyeke mezin ji ekolojiyê re hatiye dayîn ku li her pêşiya malekê dar, şînkayî û giyayên xwezayî hatine çandin. Her wiha paqijiya gund jî yek ji pîvanên sereke ye.

FIRINA AŞNAN Û DIKANA XWIŞKA ME

Nanê gund ji Firina Aşnan ku navê xwedawenda çandiyê wergirtiye derdikeve. Di heftê 3 rojan li gor pêwîstiyên gund di firina Aşnan de nan tê çê kirin. Her meh 2 jin dibin berpirsê vê firnê û 4 jin têde dixebitin. Nan tenê ji bo gund tê çêkirin.

Dikana bi navê Dikana Xwişka Me jî li gund heye. Ev dikan hem tiştên bi destên jinên li gund hatine çêkirin hem jî tiştên xwarin û vexwarinê ji şêniyên derve re tê firotin. Dahata dikanê jî dikeve nav budçeya gund.

Debara gund aliye çandinî û xwedîkirina ajalan tê kirin. Erd de piranî nîsk, genim, ceh û şînî tê çandin; ajanlên wekî mirîşk, dîk, pez tene xwedî kirin û ji berhemên wan sûd digirin. 

JIN ÇAWA DERBASÎ JINWARÊ DIBIN?

Helbet hin pîvanên derbasbûna Jinwar hene. Ev der ne wekî tene gundê xwedîderketinê ye, ji wê zêdetir warê xweperwerdekirin û avakirina hişmendiyek nû ye. Li ser vê bingehê jinên ku dixwazin bibin di hişmendiya nû de bibin xwedî rol bere xwe didin gund. Li vir demekê tên perwerdekirin û paşê di sazî, dezgehên Rêveberiya Xweser ango saziyên jinan de dixebitin. Şopandina van jinan jî ji aliyê Meclisa Jinwar ve tê kirin. Jinên ku dixwazin li gund bijîn bi rêya Kongreya Star û Mala Jinan derbasî gund dibin.

ŞÎN BÛYE Û ŞAX DIDE

Endama Rêveberiya gundê Jinwar Hêvî Ciwan anî ziman ku êdî gund veguheriya akademiyê û got: “Yek ji xeyalên Rêber Abdullah Ocalan bû ku bajarekî jinan bê avakirin. Bi destkeftiyên şoreşê re me dikarîbû gundekî jinan ava bikin. Ev li ser armanca veguherîna hişmendiya baviksalar hate avakirin. Rola gund niha veguheriya wekî akademiyê. Jin li vir xwe perwerde dikin û paşê jî ji gund derdikevin û hewl didin civakê perwerde bikin. Di saziyan de xebatê dimeşînin ku ji aliyê me ve jî têne şopandin. Heya niha di şopandinê de derketiye holê ku van jinan ji mayîna gund encam girtiye. Di nava civakê de çalak in û civakê êdî perwerde dikin. Helbet perwerdeya xwe jî bi rêbazên cuda didomînin. Ev jî destkeftiyeke vî gundî ye.” 

ANHA