8ʹê Adarê li Şamê hat pîrozkirin

Bi boneya 8ʹê Adarê çalakiyeke girseyî li Şamê hat lidarxistin.

8ʹê Adarê li Şamê hat pîrozkirin
8 adar, 2023   15:40
ŞAM

Bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star bi beşdarbûna bi sedan jinan çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de bi navê Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelel, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Derwîş, endama Meclisa PYDʹê Rojhilat Ehmed û endama Meclisa Taxa Zorava Zeyneb Mihemed axivîn.

Di axaftinan de 8ʹê Adarê li jinan, Rêber Abdullah Ocalan û şervanên li eniyên berxwdanê hat pîrozkirin. Her wiha hate gotin ku 8ʹê Adarê roja têkoşîna û berxwedana jinan a ji bo azadiyê ya li hemberî qeydên koletî û zihniyeta baviksalarî ye.

Di çalakiyê de helbest li ser têkoşîna jinan hatin xwendin. Koma Şehîd Serhed stran gotin. Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA