​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve" dewam dikin.

​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
​​​​​​​Bi çalakiyên cûda 8ʹê Adarê pîroz kirin
7 adar, 2023   17:08
REQA

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  pêşangeheke wêneyan li hola Stada Beledî ya Reqayê vekir.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ReESG8Ny2ao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di vekirina pêşangehê de  endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Desteya Ciwan û Werzîşê amade bûn.

Axaftina destpêkê ya vekirina pêşangehê ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan Bekûr ve hat kirin. Henan Bekûr 8ʹê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got, 8ʹê Adarê roja azadî û rûmetê ye, roja têkoşîna li hemberî hemû cûreyên nîjadperestiyê ye.

Girêdayê mijarê, Meclisa Idlib El Xedra bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" civîneke li nivîsgeha xwe ya li Reqayê li dar xist. Endamên Meclisa Idlib El Xedra, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a ji şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan û şûnve ve hat pêşandan.

Piştre endama Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenbûiya ya Reqayê Rojda Mihemed qala sedema ragihandina 8ʹê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê kir. Rojda Mihemed got, sala 2023ʹan wê bibe sala têkoşîn, azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GSL3stg3fHU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Minbicê jî endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, meclisên bajar û gundan û navenda Çand û Hunerê serdana jinên di çandiniyê de dixebitin kirin  û bi boneya 8ʹê Adarê şêranî li wan belav kirin.

Şandeya jinan a ku serdana zeviyên çandiniyê yên li rojavayê bajarê kirin girîngiya yekitî û hevgirtina jinan destnîşan kirin û got, divê destekftiyên şoreşa jinan werin parastin. Her wiha anîn ziman ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re bû sembola têkoşîna jina azad.

ÇILAXA

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi boneya 8ʹê Adarê parkek vekir.

Bi dehan endamên saziyên sivî ên navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma vekirina parkê bûn.

Deriyê parkê ji aliyê dayika şehîd Fadî Sefo, Hediya Xalid ve hat vekirin. Piştre endama Rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên axivî û 8ʹê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Semer Hisên anî ziman ku 8ʹê Adarê berhema têkoşîna jinan a li hember siyasetên destpotî û koletiyê ye ku zihniyeta baviksalarî ya serdest pêk tîne. Semer serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê jî silav kir.

Piştre, hevseroka Şaredariya Gel a Çilaxa Firyal Qesûm axivî û bang li jinan kir ku têkoşîna azadiyê xurt bikin.

Di dawiyê de şitlên daran li parkê hatin danîn û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9CAjcyBftbQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li navenda xwe ya li taxa Miheta ya bajarê Qamişloyê da.

Semîner ji aliyê endama Rêveberiya navenda Dîplomasiya Civakî Nûrşan Hisên ve hat dayîn. Nûrşan Hisên ve qala dîroka têkoşîna jinan a li dijî pergala desthilatdar û got: "Rumî ku bi dehên salan di ser komkujiya li dijî jinan a li New Yorkê re derbas bûn, lê pergalên desthilatdar bi siyasetên xwe yên li dijî felsefeya azadiya jinan dixwazin 8ʹê Adarê ji navaroka wê vala derxin."

Nûşan Hesen bal kişand ser rola Tevgera Rizgariya Kurdistanê di famkirina pirsgirêka jinê û azadkirina wê de û got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin êdî bi yek dengê ʹJin, Jiyan, Azadʹ diqêrin."

Piştî axaftinan, sinevîzyonek li ser dîroka jinan û têkoşîna wan, destkeftiyên ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dest xistine, hat pêşandan.

Di dawiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan diyarî jinên beşdar hatin kirin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ts_bd-3fNKA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi heman boneyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê semînerek li ser danasîna 8ʹê Adarê li avahiya Yekitiya Werzîşê ya bajarokê Mihêmîda yê gundewarê rojava da. Nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoşreger tev li semînerê bûn.

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd semîner da, qala dîroka têkoşîna jinan kir.

Suha El Seîd diyar kir ku heta vê kêliyê şoreşa jinan a li Îran bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berdewam dike.

Suha El Seîd got: "Em jinên Dêrazor piştgiriya xwe bi doza jinan azad a li gorî projeya neteweya demorkatîk û ramanê Rêber Abdullah Ocalan re radighînin."

Li aliyekî din jî û bi heman boneyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên saziyên jinan ên Dêrazorê pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" daliqandin.

Pankart li deriyên ketina û derketina herêmê, çerxerêya herêma Sebha Kîlo, çerxerêya bajarokê Kesra yê gundewarê rojava, çerxerêya bajarokê Siwer ê bakur, çerxerêya bajarokê Bisêra û bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê hatin daliqandin.

Piştre nûnerên saziyên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya serdana bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî  ya Dêrazorê yên li herêma Sebha Kîlo kirin.

(bb)

ANHA