​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kampa Koçberên Serêkaniyê dibistanek din a seretayî vekir. Ev dibistana sêyemîn e li kampê tê vekirin.

​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
​​​​​​​Li Kampa Serêkaniyê dibistanek din hat vekirin
7 adar, 2023   16:57
HESEKÊ

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi zanist û zanabûnê em hene û em ê vegerin" li Kampa Koçberên Serêkaniyê dibistaneke seretayî ya ji 18 fêrgehan vekir.

Bi dehan koçberên kampê û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîma vekirina dibistanê bûn.

Berdevkê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kampa Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got: “Ji lew re wê xebatên perwerdeyê neyên rawestandin.”

Hevserokê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl jî destnîşan kir ku bi zanist û zanabûnê ew ê karibin hemû pergalên zordest ji holê rakin.

Li Kampa Serêkaniyê 2 dibistanên seretayî hene, ev jî ya sêyemîn e. Hejmara xwendekaran li kampê 3 hezar û 200 e.

(mh/cx)

ANHA