Ji KJK'ê peyama 25'ê Mijdarê: Em bibin yek deng û yek dil

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya têkildarî 25'ê Mijdarê de got, "Li dijî tundiyê bi rêxistiniya jinê niha dema xweparastinê ye!" û bang li jinan kir ku têkoşîna hevpar bilind bikin.

Ji KJK'ê peyama 25'ê Mijdarê: Em bibin yek deng û yek dil
6 mijdar, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Tundiya li dijî jinê di ti serdemê de ewqasî kûr û bi rêk û pêk nehate kirin. Tundiya bi serweriya mêr gihîştiye asteke metirsîdar û li her sal, her meh, her roj û her kêliyê belav bûye. Lewma rabûna li ber vê tundiyê êdî nebe nabe. Ji ber vê yekê li dijî modernîteya kapîtalîst ku nûnerê sîstema kujerê kastîk ê vê serdemê ye û li hemberî qirkirina xweza û civakê, qirkirina jiyanê û qirkirina jinê, ku dûvikên wê diafirînin û li hemû şaneyên jiyanê bi cih kirine, weke jin dema ku têkoşîneke bi hev re û rêxistinî hate meşandin, hingî encameke bi bandor dikare bê bidestxistin.

Li hemberî çanda tundiyê ku li her çavkaniya jiyana civakî hatiye bicihkirin, weke jin ji danîna têkiliyên jiyana rojane heta bi avakirina pergala jiyana azad a alternatîf pêwîstiya xwe bi plan û projeyên welê hene ku perspektîfa têkoşîneke piralî biafirîne. Di demekê de ku tundî veguheriye şêweyê jiyanê û çandekê, pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin, hemû gel û bindestan li ser çarçoveya têkilîdanînekê digihîne hev, her wiha di serî de ji bo jinan asoyekî nû yê têkoşînê pêşkêşî hemû bindestan dike.

Bi pêşketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re xeta me ya azadiya jinê wê tovên jiyana alternatîf hîn bi xurtî bi pêş ve bibe. Yek ji armancên bingehîn ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku pêşî li tevlîbûneke demokratîk û azad a jinan veke. Di serî de tundiya li dijî jinê, li dijî hemû nêzîkatiyên ku jinê di nava jiyanê de cuda dike, bi wesîleya vê pêvajoyê wê zemînên meşandina têkoşîneke hîn kûr û berfireh ava bibe. Lewma Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de wê bibe pêvajoyeke welê ku demên azad ên jinê, lêgerînên azadiya jinê û mafên bingehîn ên mirovî yên jinê li her qada jiyanê bi pêş ve bibe.

Em îsal 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bi perspektîfeke hîn kûr, berfireh û nû pêşwazî dikin. Weke jin em li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê bi xurtkirina yekîtiya jinan, bi bilindkirina têkoşîna hevpar a jinan bersivê didin. Em 25'ê Mijdarê roja têkoşînê ya naneteweyî ya li dijî tundiya li jinê ji her  salê bêhtir veguherînin têkoşîn, yekitî û hevparebûna jinan a xurt.

Rastiya 25'ê Mijdarê beriya her tiştî wê wezîfe û berpirsyariyê dide me tevgerên jinan ku bi aqlê jinê xwe bi rêxistin bikin, bi pêşengiya jinê civakê demokratîk bikin. Ji ber vê jî di serî de komunarên jinan di her gavê de divê rêxistiniya xwe bi pêş ve bibe, mezin bike, weke meşa vê ya azadiyê bi serketî bigihîne bajaran, gundan, kolanan, taxan, febrîqeyan, dibistanan, malan, kesayetan. Sîstema bi serweriya mêr ku koka civakê û jinê dikole, di asta global, herêmî û xwecihî de; di her kastê de bi rengekî stratejîk û polîtîk nêzîk dibe. Eger vê yekê di her kêliya jiyanê de bi piralî dixe meriyetê, wê demê weke tevgerên jinan şer e ku em jî li her derê û di her kêliyê de li ser bingeha polîtîka û stratejiya azadiya jinê de têkoşîneke piralî bimeşînin.

Her ku em bi têkoşînê, rêxistinbûnê û hêza xwe ya xweparastinê cîhana xwe ya wateyê mezin bike, dikarin hebûna xwe jî bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em ê karibin civakê, mêr biguherînin, veguherînin û cîhaneke welê ava bikin ku mirov karibe lê bêhnê bistîne. Û bi vî rengî kevneşopiya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ku ji xwişkên Mîrabel destpê kir û heta bi Sakîne Cansizan dewam kir, wê derî li cîhaneke bêyî tundiyê veke.

Ji bo bi jinên ku li ser bingeha azadî, wekhevî û edaletê têdikoşin tovên jiyaneke nû bireşînin û tundiyê bi dawî bikin, bi dirûşma 'LI DIJÎ TUNDIYÊ BI RÊXISTINIYA JINÊ NIHA DEMA XWEPARASTINÊ YE! em têkoşîna xwe ya jinê ya hevpar û rêxistinbûyî bilind bikin. Di 25'ê Mijdarê roja têkoşînê ya navneteweyî ya li dijî tundiya li jinê de em bibin yek deng û yek dil. Sedsala 21'ê bikin dema azadbûna jinan. "