Yekitiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe li dar xist

Yekitiya karmendên Tenduristiyê ya Dêrazorê bi dirûşmeya “Bi yekitiya xwe em civakeke saxlem a yekbûyî ava dikin” yekemîn konferansa xwe li dar xist.

Yekitiya Karmendên Tenduristiyê yekemîn konferansa xwe li dar xist
7 adar, 2023   17:24
DÊRAZOR

Konferans li hola Meclisa Sivîl a li herêma 7 Kîlometre ya Dêrazorê bi beşdariya nûnerên saziyên tenduristiyê û saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê, hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Dêrazorê axaftin hat kirin.

Piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Şehnaz El Hefel axivî û bal kişand ser girîngiya pêşxistina xebatê pîşeyî di hemû waran de û diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide tevahî plansaziyên ji bo birêxistinkirina xebatên îdarî û pîşeyî bi taybet ên li Dêrazorê.

Bi navê Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê jî Xedîce Mihemed axivî û bi bîr xist ku kadroyên tenduristiyê li Dêrazorê ruxmî astengî û kêmderfetiyan jî, di pêşxistina xebatên tenduristî de bi rolek mezin rabû.

Piştî axaftinan rapora salane ya xebatên Yekitiya Karmendên Tenduristiyê hat xwendin. Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Dêrazorê Sece El Hiweydî jî rêziknameya yekitiyê xwend, piştre rêzikname hat nîqaşkirin û erêkirin.

Konferans bi hilbijartina meclisa rêveber a ji 15 endaman bi dawî bû.

(cx)

ANHA